NAVENDA NÛÇEYAN – DKP/BOG 1’ê Gulanê û afirînerên wê silav kir û diyar kir, “Em bang li çîna karker û gelên bindest dikin, ku li dijî rejîmên barbar ên emperyalîst-kapîtalîst di nava enternasyoneleke nû de bicivin û desthilatdarên mêtinger ên xwînmêj hilweşînin.”
DKP/BOG’ê ‘şoreşa yekbûyî’ weke dirûşma xwe ya 1’ê Gulanê destnîşan kir û ragihand, “Yên ku îro li Somayê edaleta patronan bi cih tînin, yên li Derya Reş qadên jiyanê talan dikin, tacîz û tecawizkaran diafirînin, jinê dikin meta, yên ku mêtingeriyê li gelê Kurd ferz dikin û bi tecrîdkirinê dixwazin tine bikin, aktorên heman lîstikê ne. Dewleta Tirk ne dewleta 80 milyon kesî ye, dewleta çîneke biçûk a sermayeyê ye. Yên ku niha berjewendiya xwe di sazîbûna faşîzmê de dibînin û bi bloka AKP-MHP’ê re dimeşin, berpirsyarê sereke yê vê zilmê ne.”
Di daxuyaniyê de hate ragihandin, encamên hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê ji bo qelskirina faşîzmê qonaxeke nû ye û hate gotin, “Lê belê ne encameke ku faşîzma AKP-MHP’ê hilweşîne. Ji bo encameke wiha bê afirandin, divê li kolanan ji bo hilweşandina desthilatdariyê rêxistinbûnek bê afirandin.”
Di daxuyaniyê de işaret bi zêdebûna êrîşên rejîma AKP-MHP’ê hate kirin û hate gotin, “Em ê bi şerê xwe yê şoreşgerî ji nava vê sîstema barbar derkevin. Grevên birçîbûnê, berxwedana karkeran, çalakiyên ciwanan, biryardariya jinan a li kolanan, sekna gelê Kurd a ku serî natewîne, çongê natewîne, wê bibe rengê 1’ê Gulanê ya îsal.”
Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, “Wezîfeya me ya destpêkê ye ku em qadên 1’ê Gulanê bi rengekî girseyî dagirin, berê xwe bidin armanca xwe ya şoreşê, dirûşmên têkbirina faşîzmê biqîrin, alên mêtingeriyê bi alên sor têk bibin.”