BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên dewleta Tirk agahî da:
Artêşa TC a dagirker 24’ê Nîsanê serê sibehê li qadên Piro, Girê Hêşetê, Xirbikê Besta û Serê Ormanê yên herêma Bestayê ya Botanê dest bi operasyonê kir. Heman rojê saet 07:30’î hêzên me li qada Girê Mehuşkê li baskekî hêzên operasyonê xistin. Di çalakiya sabotajê de leşkerek hate kuştin, gelek leşker jî birîndar bûn. 26’ê Nîsanê operasyon bêyî encamekê werbigire bi dawî bû û hêzên me ji operasyonê zerar nedîtin.
Balafirên şer ên artêşa TC a dagirker, 27’ê Nîsanê (doh) êvarê saet 18:00 bombe li qada Keşanê ya herêma Heftanînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Bomberdûmanê ziyan li hêzên me nekir.”