AMED – Jin ji bo piştevaniyê bidin çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven û girtiyan a li dijî tecrîdê li Bircên Amedê pankart daliqandin.
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ku di roja 172’emîn de berdewam dike û ya girtiyên di gervê de ku li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan dane destpêkirin pankarta ku li ser wêneyê 7 kesên li djî tecrîdê çalakiyên fedayî pêk anîn li ser û bi nivîsa “Tecrîd wê bişkê azadî wê bi ser keve, daxwazên wan daxwazên me ne” li Bircên Amedê daliqandin.
Jinên ku derketin ser sûran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Leyla Guven rûmeta me ye” berz kirin.