BERLÎN – Aktîvîstên Kurd Omer Bagdûr, Cemal Kobanê, Şiyar Xelîl û Mele Mûstafa Tûzak ku beriya niha li sê bajarên cuda yên Elmanyayê li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de bûn, ji meha Adarê ve li paytext Berlînê çalakiya xwe didomînin.
Cemal Kobanê ku 29’ê Çileyê dest bi greva birçîbûnê kir, danê nîvro bêhn lê çikiya û spazma dil li wî rû da. Ji ber giranbûna rewşa wî ya tenduristiyê ambûlans û doktorên beşa lezgîn hatin lokala NAV-DEM’ê ya li Berlînê û mudaxleya destpêkê li Kobanê kirin.
Doktoran maskeya oksîjenê dan ser rûyê Kobanê û dîtin ku rewşa wî ya tenduristiyê giran e, lewma biryar dan wî rakirin nexweşxaneyê. Kobanê rakirin nexweşxaneya “Judisches Krankenhaus” a li navçeya Wedding a Berlînê. Li gorî agahiyan, rewşa tenduristiyê ya Kobanê giran e.
Kobanê ji bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê ye û malbata wî li bajarê Kasselê yê Elmanyayê ye. Cemal Kobanê 91 roj in di greva birçîbûnê de ye. Çalakgerên din jî Omer Bagdûr 91, Mele Mûstafa Tûzak 107, Şiyar Xelîl jî 94 roj in di greva birçîbûnê de ne.
Rewşa tenduristiyê ya her çar aktîvîstan giran e, lê tevî vê yekê jî gelek caran dan xuyakirin ku ew ê çalakiya xwe bi biryardarî bidomînin.