EFRÎN – Hêzên Rizgariya Efrînê têkildarî çalakiyên şervanên wan ên li Ezazê li dijî leşker û çeteyên dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek nivîskî weşand. HRE ragihand ku di çalakiya şervanên wan ên li Ezazê de 2 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatine kuştin.
Di daxuyaniya HRE’yê de hate gotin;
“Li Efrîn û derdora wê, li hemberî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê çalakiyên bi bandor ên şervanên me berdewam dikin.
1. Di dîroka 26’ê Nîsanê de, li gundê Kilcibrîn ya girêdayî herêma Ezazê ji aliyê hêzên me ve bi çalakiyekê sekvanî çeteyekî girêdayî arteşa Tirk hedef hat girtin, di encamê de ev çete hat kuştin.
2. Di dîroka 28’ê Nîsanê de, li gundê kefer Xaşir ya girêdayî herêma Ezazê hêzên me çalakiyek din a sekvanî li hember peygehek çeteyên Ceyş el-Watanî li dar xistin, di encamê de çeteyek hat kuştin. “