MEXMÛR – Endamên Tevgera Ciwanên Mexmûr li Wargeha Şehîd Rustem Cudî di roja 100’î de ya çalakiya greva birçîbûnê ya endama Koordînasyona Meclîsa Îştarê Fadîle Tok çûn serdanê. Çalakiya Fadîle Tok ya greva birçîbûnê a li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di 20’ê Çile de dabû destpêkirin di roja xwe ya 100’î de bi biryardarîyek xurt didomine.
Di serdanê de ciwanan kulîlkan dan çalakvan Fadîle Tok ku zêdetir 100’î de di berxwedanê de ye.
Komek ji Tevgera Ciwanên Mexmûrê ku çûn serdana çalakvan Fadîle Tok bang li Ciwanên Kurdistanê kir û wiha got: “Em wek Ciwanên Wargeha Rustem Cudî bang li hemû ciwanan dikin ku li hember dewleta dagirker a tirk Serî Hildin û rabin ser piyan.”
NC/Nuda Avyan