NAVENDA NÛÇEYAN – Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi boneya 1’ê Gulanê Cejna Karkeran a Cîhanê, daxuyaniyek da û di destpêka daxuyanyê de ev tişt got:
“Em li hember vê boneyê û dîroka têkoşîn û fedekariyê û tevgerên karkerên cîhanê bi giştî û karkerên Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet disekinin. Ev boneya îsal tê û ji her kesî re xuya dike ku çîna karker li Rojava û tevgera wê ya kedkariyê rastî rewş û siyaset û perspektîfên ku bi wê re berjewendî û destkeftî û mafên karkerên wê û tiştê ku di salan de ji têkoşîna mezin bi dest xistin, ev deskeftî bi saya birêxistinkirina çîna karker û şopandina karê wê yê rojane li hemû qadan e.
Ji ber vê yekê em girîngiya karê rast teqez dikin da ku em li pêşiya hemû zehmetî û pêşbirkên girêdayî rewşa karkeriyê, derkevin. Der barê mijarê de TEV-DEM li ser van xalan teqeziyê dike:
– Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi hemû çînên karker li her derê re disekine, da ku parastina berjewendî û destkeftiyên karker, kedkar û pêşxistina hemû aliyên jiyana wê, ji mîsogerkirina tenduristiyê û pere û şertên tenduristiyê ji hawîrdora kar re.
– TEV-DEM girîngiya beşdarbûna nûnerên karkeran di çavdêriya berjewendiyên wan li her derê û mafê wan di hilbijartina nûnerên xwe ji hemû meclis, rêxistin û desteyên girêdayî karê wan de teqez kir.
– Girîngiya lêvegera bername û siyasetên girêdayî perwerde û girêdana kesên ji perwerdeyê derdikevin da ku kar bikin, da ku ji armancên tevgerê re pêkan be.
Em rêzdayîna xwe ji hemû têkoşerên karkerên Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê re nû dikin, em teqez dikin ku ew avaker û rûyê ronî ji welêt re ne, ew karkerên herî girîng di pêkanîna azadiya mirov û jiyana birûmet in, di vê salvegerê de em cejna karkeran wek nasnameya têkoşîna çînan, gelên kedkarên pêkanîna azadî, edalet, demokrasî û aştiyê bi nav dikin.
Bijî têkoşîna çîna karkeran, bijî 1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran.”