NAVENDA NÛÇEYAN –15 girtiyên li 4 girtîgehên cuda yên welat tên girtin, îro dest bi ‘rojiya mirinê’ kirin. Sedama vê çalakiyê ji bo rakirin tecrîd li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalane.
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di 8’ê Mijdara 2018’an de li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê dest bi greva birçibûnê ya bêdawî û bêdorveger kir û çalakiya wê di roja 174’an de li mala xwe ya li Amedê berdewam dike û her diçe rewşa tenduristiya wê girantir dibe. Piştî Leyla Guven girtiyên li girtîgehên Tirkiyeyê ku koma ewil ji 16’ê kanûna 2018’an ve dabû destpêkirin 136 roj in berdewam dike û di 1’ê Adarê de bi hezaran girtî li girtîgehên Tirkiyeyê dest bi greva birçîbûnê kirin. Dîsan, parlementerên HDP’ê Dersim Dag, Tayyîp Temel û Mûrat Sarisaç li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Amedê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin.
LI 4 GIRTÎGEHÊN CUDA 15 NAV
Navên girtiyên di greva birçîbûnê debûn û dest bi rojiya mirinê kirin wihane:
“Li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê; Nesrîn Akgul, Şukran Aydin, Zozan Çîçek, li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê; Ardil Çeşme, Asli Dogan, li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê, Ahmet Anigi, Ozhan Ceyhan, Vedat Ozagar, Îhsan Bulut, Erol Çelîk, li Girtîgeha Tîpa D ya Amedê; Engîn Akhan, Enver Durmaz, Ahmet Topkaya, A. Haluk Kaplan û Ferhat Turgay.”
LI DIJÎ BÊDENGIYÊ DEST PÊ KIR
Denîz Kaya li ser navê girtiyan ev daxuyanî dabû: “Pêngava ‘Em faşîzmê hilweşînin, tecrîdê bişikînin û Kurdistanê azad bikin’ bi grevên birçîbûnê hatiye destpêkirin û li ser xeta berxwedanê ya 14’ê Tîrmehê dewam dike û wiha hat gotin: “Komara Tirkiyeyê li gorî qanûnên ku diyar kiriye tevnagere û ev jî tê wê wateyê ku ev komar rewa nîne. Welat bûye qurbana rejîma yek zilam, behsa mayîndetiya (beka) xwe dikin lê di esasê xwe de dixwazin mayîndetiya îktîdara xwe biparêzin. Ger wezîrên dewletê û Meclisa Gel a Mezin a Tirkiyeyê (TBMM), di mijara demokratîkbûna Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka kurd de samîmî bin bila beriya her tiştî tecrîda li ser Rêbertiya me bi dawî bikin û şertê jiyana azad û xebatê ya Rêbertiya me were afirandin.”
Di daxuyaniya hat dayîn, ev rewş wiha hat nirxandin: “Girtiyan bibîrxistin ku bi hezaran girtî li zindanan di grevê de ne, helwesta Wezareta Dadê û TBMM’ê rexne kirin û wiha gotin: “Li zindanan bi hezaran girtî di greva birçîbûnê de ne, Wezîrê Dadê têkildarî mijarê gotinekê nabêje û ev yek bêedaletî ye. Serokê TBMM’ê bi parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven re têkilî danayne û bi vî rengî gel û îradeya gel nas nakin. Deklarasyona ku ji aliyê me ve hat ragihandin li gorî makeqanûnê ye û li welat kesên jixwe re dibêjin çepgir, sosyalîst, demokrat, rewşenbîr, nivîskar, sazî û partî li deklarasyona ku ji aliyê me ve hatiye aşkerakirin xwedî dernakevin û ev yek mirovan diêşîne.”