WAN – Yekîneyên Tolhildana Şehîd Zamanî û Şehîd Sêvê bi daxuyaniyekê bîlançoya çalakiyên xwe yên 10 rojan li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û ji bo bal kişandina li ser berxwedanên greva birçîbûnê li navenda Wanê û navçeyên wê eşkere kirin.
Çalakiyên ku Yekîneyên Tolhildanê lidarxistine wiha ne:
* 21’ê Nîsanê li dijî hevkarekî Akp’ê bi navê M.T çalakiya bi bombeya deng hate lidarxistin. Di encama çalakiyê de xesara maddî pêk hat.
* Di şeva 23’ê Nîsanê de li naveçya Wanê Tuşba li kolana Demokrasî bombeya deng ya bi hêz avêtin ser polîsên dagirker ku di nobedê de bûn. Encama çalakiyê ne hat zelalkirin.
* Di şeva 24’ê Nîsanê li navçeya Wanê Îpekyolu li kolana Bostaniçi li herêma ku kurîçiyê dewleta dagirker a tirk lê dimînin yekîneyên me bi du bombeyên deng çalakî pêk aniye.
* Di 26’ê Nîsanê li kolana şehîd Firat yekîneyên me rê li trafîkê girtiye û li dijî polîsên dagirker ku hatin kolanê çalakiyên bi bombeya deng û fîşekên hewayî pêk aniye. Di çalakiyê de birindarê dijmin çêbûne, lê hejmar wan nehat zelalkirin.