STENBOL – 17 kesên ji bo 1’ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanê pîroz bikin, xwestin bimeşin Taksîmê, lê hatin binçav kirin.
Endamên Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) bi armanca 1’ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanê li Taksîmê pîroz bikin li Beşîktaşê kom bûn û ber bi Taksîmê ketin rê. Polîsan li Bûlvara Barbaros pêşiya 10 kesan girtin û binçav kirin. Polîsan kesên binçav kirin, li mînîbusê siwar kirin û birin Miduriyeta Polîsan a Bajêr.
Li aliyê din 7 kesan xwestin ji ber AVM’e ya Şîşlî Cevahîr heya Taksîmê bimeşin. Lê polîsan ev kes derp kirin û bi lêdanê binçav kirin.