AMED – Hat diyar kirin ku girtiyên siyasî yên jin ên li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê dimînin, dun sewqî Girtîgeha Tîpa D a Amedê hatin kirin.
Hat diyar kirin ku girtiyên siyasî yên jin ên li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê dimînin, dun sewqî Girtîgeha Tîpa D a Amedê hatin kirin. Di nava girtiyên jin ên hatin sewq kirin de, Rojnameger Kîbriye Evren, Hîlal Olmez û Evîn Kaya yên 137 rojin li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê dene jî hene.
Hat dest nîşan kirin ku çalakgerên di greva birçîbûnê dene bi ringan sewq kirin û derbarê şert û mercên girtîgehê de tu agahî nehatin bi dest xistin.
Bi sewqên hatin kirin re li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê tenê girtiyên edlî mane.