NAVENDA NÛÇEYAN – Malbatên ku hewl didin dengê girtiyên di greva birçîbûnê de ne bidin bihîstin, di roja 23’an de li ber Girtîgeha Gebzeyê çalakiya rûniştinê kirin.
Malbatên ku bi rêk û pêk her roj tên astengkirin û dibin hedefa êrîşan, beriya tevlî 1’ê Gulanê Cejna Karkeran bibin danê sibehê li Gebzeyê li hev civiyan.
Polîsan dor li malbatan girtin û diyar kirin ku çalakî qedexe ye û wê destûrê nedin. Malbatan nerazîbûn nîşanî polîsan dan û diyar kirin, wê ji qadê neçin û dest bi çalakiya rûniştinê kirin.
Polîsan careke din êrîşî malbatan kirin, bi erdê re kaş kirin û ji cihê wan rakirin. Hevserokê HDP’ê yê Navçeya Gebzeyê Îdrîs Ay bi lêdanê hate destgîrkirin. Ay piştî demekê hate berdan.
Malbatan ragihandin, wê roja Pêncşemê çalakiya xwe bidomînin û ji bo tevlî mîtînga 1’ê Gulanê ya li Bakirkoyê bibin ji ber girtîgehê çûn.
Polîsan her wiha wêne û dîmenên rojnamevanan ên dema çalakiyê kişandin bi zorê jê birin. Dîmenên di telefonên dayikan de jî bi zorê jê birin.