NAVENDA NÛÇEYAN – Malbatên girtiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne, 3 roj in li ber Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bakirkoyê çalakiya rûniştinê dikin.
Malbat li ber girtîgehê li hev civiyan û dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” qîriyan.
Malbatan bang kirin ku daxwazên girtiyan bên qebûlkirin û piştre berê xwe dan Bakirkoyê ku tevlî mîtînga 1’ê Gulanê ya Cejna Karkeran bibin.