EFRÎN – Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) der barê rêzeçalakiyên xwe yên duh de daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku li navçeya Şera ya Efrînê hêzên wan duh li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê rêzeçalakî li dar xistine û di çalakiyan de 2 jê fermandar, 9 leşker hatine kuştin û herî kêm 14 leşker jî birîndar bûne.
Berfirehiya daxuyaniya HRE’yê wiha ye:
“Di çarçoveya çalakiyên xwe yên bibandor li Efrîn û derdora wê li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de, hêzên me bi çalakiyên cur bi cur erebe û baregehên artêşa dagirker ên li navçeya Şera ya Efrînê armanc girtin, di encamê de herî kêm 9 leşker hatin kuştin û 14 jî birîndar bûn.
Di dîroka 30 Nîsanê de, li gundê Qitmê yê girêdayî navçeya Şera, hêzên me bi çalakiyeke bibandor 2 siwareyên zirxî yên bi tîpa Kîrpî hedef girtin, di encamê de her du alav hatin rûxandin, 7 leşker hatin kuştin û 5 jî birîndar bûn.
Di 30 Nîsanê de, li gundê Qitmê yê girêdayî navçeya Şera, hêzên me kemînek li pêşiya leşkerên Tirk danî û şer di navbera şervanên me û artêşa dagirker de rû da. Di encamê de 4 ji wan giran, herî kêm 6 leşkerên Tirk birîndar bûn.
2 fermandarên artêşa Tirk hatin kuştin
Di dîroka 30 Nîsanê de, li herema di navbera gundê Qitmê yê girêdayî navçeya Şera û bajarê Ezazê de, hêzên me bi çalakiyekê erebeyeke leşkerî ya artêşa Tirk a dagirker hedef girt, di encama çalakiyê de 2 fermandarên artêşa Tirk hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn.
Artêşa dagirker gundên navçeya Şera û Şêrawa bi obus û tankan bombebaran kir. Her wiha balafirên şer ên artêşa dagirker li ser herêmê demeke dirêj firiyan. Di encama çalakiyan de şervanekî me şehîd bû, 2 şervanên me jî bi sivikî birîndar bûn.”
Şirovê 1