NAVENDA NÛÇEYAN – Danişîna 8’an a polîsê ku ajokarê wesayita zirxî bû Omer Yegît û amirê wî Murat Maden ku ew peywirdar kiribû hate dîtin. Polîs Omer Yegît û amirê wî Murat Maden 3’ê Gulana 2017’an li Silopya ya Şirnexê, bi tanzêrê ketibûn malekê û zarokên birayê hev ên bi navê Muhammed (7) û Furkan Yildirm (6) kuştibûn. Danişîna 2 polîsên ku bêyî ku werin girtin dihatin darizandin, ku bi sûcê ”bûne sedem ku ji kesekî zêdetir mirov bimirin” ji 2 salan heta bi 15 salan ceza ji wan re tê xwestin, li Dadgeha Cezayê Giran a 2’an a Cizîrê hate dîtin.
Rapora kesên têkilî agahdar ku beriya danişînê hatibû hazirkirin û 2 polîsan ”bi rêjeyeke kêm, bi kêmasiyên ne girîng” û tanzêrê jî ”sersebebê sereke” nîşan dide, kirin nav dosyayê. Li danişînê polîsên bersûc, parêzer û bavê zarokan Mesût Yildirim hazir bû.
‘ME JI MIDÛRÊ EMNIYETÊ FERMAN STAND’
Polîsê bersûc got di bûyerê de ti kêmasiya wî tine, amirê wî Murat Maden jî got wan fermana ku ji me qamên jor hatiye bi cih anîne. Madem got Midûrê Emniyetê yê Navçeyê wê demê Selçûk Erdogan li ser peywirdarkirinan ferman wî didan û bal kişande ser wê ku di raporê de ev rewş nehatiye vegotin.
PARÊZER AXIVÎN
Serokê Baroya Şirnexê Nûşîrevan Elçî bal kişande ser rapora dawî û got, ”Gelo wê wesayit were cezakirin?”
Elçî xwest ku Zanîngeha Teknîkê ya Ortagoguyê an jî Saziya Tiba Edlî raporê dîsa hazir bike.
Parêzer Rojhat Dîlsîz jî got di rapora teftîşê de ya beriya niha Midûrê Emniyetê yê Navçeyê Selçûk Erdogan jî bi qisûr nîşan dda û got, ”Lê di lêpirsînê de ev nehatiye dayin. Bersûc û miştekî dibêjin bi fermanda Erdogan peywirdarkirin çêdibûn.”
DEST BI KAR KIRIYE
Polîsê bersûc Omer Yegît got ew î dîsa dest bi peywirê kiriye, xwest ku serbestbûna bi kontrol were rakirin.
Dadgehê biryar da ku bersûc Yegît îmzeyan bas bavêje û daxwaza rapora nû qebûl nekir.
Danişîn taloqî 31’ê Gulanê bû.