AMED/STENBOL – Polîsan li Amed û Stenbolê mudaxaleyî çalakiya Dayikên Aştiyê û Xizmên girtiyan ên xwestin li ber girtîgehan qêrina zarokên xwe bilind bikin û piştgiriyê bidin çalakiya wan, kirin. Polîsan li Bakirkoyê bi lêdanê 15 kes binçav kirin. Polîsan li Parka Koşuyolu ya Amedê jî mudaxaleyî Dayikên Aştiyê kirin û gelek kes binçav kirin.
Xizmên Girtiyan û Dayikên Aştiyê bi armanca piştgiriyê bidin zarokên xwe, li Parka Koşuyolu ya Navçeya Rezan a Amedê kom bûn û xwestin daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Dema dayik kom bûn û xwestin daxuyaniyê bidin polîsan mudaxale kir û gelek kes binçav kirin. Polîsan ketin û derketina parkê bi maşîneyên zirxî dorpêç kir û destûr nedan ku dayik daxuyaniyê bidin. Lê dayikan xwest piştgiriyê bidin zarokên xwe û daxuyanî dan. Polîsan di mudaxaleyê de gelek kes binçav kirin.
STENBOL
Li ber Girtîgeha Bakirkoy a Stenbolê ji xizm û dayikên Girtiyan bi armanca piştgiriyê bidin çalakiya greva birçîbunê û tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şermezar bikin, çalakiya nobetê ya li pêş girtîgehê berdewam dikin. Dayik dîsa kom bûn û xwestin dengê xwe bigînin zarokên xwe û cîhanê. Lê polîsan dîsa dora dayikan dorpêç kir û dayik bi lêdanê binçav kirin. Dayikan bertek nîşanî polîsan dan û gotin: “Em ne ji bo seyranê hatine vir. Zarokên me li girtîgehan dimirin. Em di dîwarê girtîgehê binerin jî bêhna me dertê.”
Polîsan di mudaxaleyê de bi lêdanê 15 kes binçav kirin. Polîsan kesên binçav kirin birin Şaxa Polîsan a Kartaltepe yê. Polîsan dema mudaxaleyî dayikan kir got “Ne mirov in.” û neheqî li dayikan kir. Dema rojnamegeran çalaki û lêdana polîsan kişand, polîsan dîmen û wêne desteser kir û jê bir.