NAVENDA NÛÇEYAN – Hêzên Rizgariya Efrînê bi daxuyaniyekê şervanê xwe Şoreş Amanos ê di çalakiyeke li dijî artêşa Tirk û çeteyên wê ya li Şerayê de şehîd bûbû bibîr anî.
HRE anî ziman ku ew hevrêyê xwe Şoreş bi rêzdarî bibîr tînin û ji malbatê re sersaxî xwest.
Hêzên Rizgariya Efrînê ev got: “Hevrêyê me Şoreş Amanos ê ku di berxwedaniya li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayi wê de roleke girîng lîst, roja 30 Nîsanê di çalakiya ku li Şera pêk hat de şehîd ket.
Hevrê Şoreş, di nava malbatekî welatparêz de li navçeya Cindirês a bajarê Efrinê ji dayik bû, bi bandora têkoşîna azadiyê tevlî nav refên me bû. Hevrê Şoreş, berpirsyartiyên ku di berxwedaniyê de li xwe girtibû, bi biryardarî bicîh anî.
Em Hevrê Şoreş bi minnet û rêzdarî bibîrtînin û ji malbata wî re sersaxiyê dixwazin.
Nasnameyên hevrêyê me yê şehîd wiha ye:
Nasnav: Şoreş Amanos
Nav û Paşnav: Mihemed Hisên
Navê Dayikê: Yildiz
Navê Bav: Ekrem
Cihê Jidayikbûnê: Cindirês/ Efrîn
Cih û Dîroka ŞEhîdbûnê: Şera/ Efrîn-30’ê Nîsana 2019″