RIHA – Çalakiya nobetê ya malbatên girtiyan ya li navçeya Wêranşar û Pirsûsê ya Rihayê hatî destpêkirin îro jî dom kir.
Çalakiya nobetê ya malbatên girtiyên li dijî tecrîda li hemberî Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Wêranşara Rihayê dan destpêkirin di roja 5’emîn didome. Serdanên ji bo çalakgeran di bin dorpêça polîsan de pêk tên. Rêveberên HDP’a Rihayê û gellek welatî çalakger ziyaret kirin. Tevî hemû hewldanên astengiya polîsan jî heyeta HDP’ê malbat ziyaret kirin.
Çalakiya nobetê ya malbatên girtiyan a li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Pirsûsa Rihayê jî ku hat destpêkirin di roja 6’emîn de didome û tevî hemû astengiyên polîsan jî her roj gellek welatî diçin ziyaretê û piştgiriyê didin malbatan.