COLEMÊRG -Li gundê Wargenima ê navçeya Gever a Colemêrgê, şivanê 46 salî Sertîop Şen ê mihên xwe diçêrandan, di encama gulebaranadina leşkerên dagirker a Tirk de bi giranî birîndar bû. Şen ê rakirin nexweşxanê ligel hemû mudaxileyan jî jiyana xwe ji dest da. Malbata Şen a agahî bîst û hat nexweşxanê, diyar kir ku gule li dilê Şen ketiye û jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Şen ji bo otopsiyê sewqî Nexweşxaneya Colemêrgê kirin. Hat diyar kirin ku piştî otopsiyê cenazeyê Şen dê li gundê Wargenima bê definkirin.
Hat dest nîşan kirin ku li cihî gule li Şen ket, 2 qereqol û 2 baregehên leşkerî hene.