“Di Kurdistanê de yek ji rojên herî zêde gelê me xistiyê nav xemgîniyê 2 Gulan a sala 1983’yê ye. Gelê Kurdistanê ku bi sedan salane ji aliyê hêzên cuda ve hatiyê parçekirin, bi şerê êşîrî û malbatî ve hatiye xirikandin û ji xizmeta parastina xwe ya cewherî hatî dûrxistin, yê ku di riya avakirina netewa demokratîk û avakirina yekbûyîna netew de di asta herî jor de hewildan raberkirî, şerê di navbera partiyan de astengkirî, sînga xwe kirî mertal bû rêheval Mehmet Karasûngûr. Gel Rêberekî xwe yê bi vî awayî di vê rojê winda kir.
Di wê rojê de ji kadroyên PKK’ê yê pêşeng û Endamê Komîta Navendî ya PKK’ê Mehmet Karasûngûr û Îbrahîm Bîlgînê şervanê PKK’ê ku li cem wî bû me winda kir.
Di têkoşîna me ya şoreşgerî de, rêheval Mehmet Karasûngûr Rêberê gel, endam û fermandarek bû. Di heman demê de mamoste û perwerdekarekî bû. Ji bo ku em bikarin wî fêmbikin û bidin jiyankirin pêwîste yekbûyîna netew, bilindkirina têkoşînê û ji bo zarokên Kurdan di welatê xwe de bi zimanê xwe perwerde bibînin têkoşîna wê were dayîn. Ji ber ku wî di vê rêyê de bi dildariyek mezin canê xwe feda kir.
Di milê hezkirina bi gelê xwe û mirovahiyê re rêheval Mehmet Karasûngûr mînaka herî xurt e. Yê ku disîplîna şoreşê, ya weke pola û dilnizimiya wê di keseyata xwe de şênberkirî rêheval Mehmet Karasûngûr; mamoste û perwerdekarek di milê hezkirina welat, hevaltî û mirovahiyê de di asta herî jor de bû.
Rêheval Karasûngûr di sala 1947’an de li gundê Darabî (Sütlüce) a navçeya Gêxî ya bajarê Çewlîkê (Bingöl) ji dayîk bûye. Dibistana seretayî li gundê xwe, ya navîn û amadeyî jî li Çewlîkê temam dike. Li Erzûrûmê Perwerdeya Endûstrî ya beşa Bîrkarî xilas dike. Di destpêkê de li Mereşê mamostetiyê dike, ji ber xebatên şoreşê mişextê Colemergê (Hakkari) tê kirin. Piştre mamostetiya xwe li bajarê Tirkiyeyê Gîresûn Şebînkarahîsarê dide berdewamkirin. Di pêvajoya darvekirina Denîzan de tê binçavkirin û piştî eziyetek pir mezin tê berdan. Piştî wê mişextî Afyon û Enqereyê dibe, bi vî awayî ji mişextîbûne rizgar nabe. Sala 1975’an de tayînî dibistana Çewlîk ya amedeyî dibe. Çawa ku derbazî vê derê dibe derbasî Çewlîk TÖB-DER (Komela Piştevanî ya Yekgirtiya Hemû Mamosteyan) dibe û di avakirina wê de pêşengî dike û di rêveberiya wê de cihê xwe digire.
Li Çewlîkê dema erka xwe mamosteyî dikir naskirina wî bi Mehmet Hayrî Dûrmûş re çêdibe û li vir tevlî tevgera Apogerî dibe, wek kadroyê pêşeng cihê xwe di têkoşînê de digire. Di sala 1976’an de ji aliyê midûriyeta qereqola ve tê binçavkirin, di dema binçavkirinê de ji ber lêdana zêdê dikeve rewşa komayê (ser hişê çûyîn) û tê girtin. Piştî ku 6 meha di zindanê de dimîne şûnve ji ber ku televîzyonek ji zindanê re dikire li hemberî vê tê berdan. Pîştî ku dibe mamoste û tê tayînkirin dizewice û kurekî wî çedibe lê hîn zêdetir cihê xwe di têkoşînê de digire û gavek jî şûn de ne avet. Her çendî di xebatên xwe de aktîf jî bû lê bes nedidît û di pêvajoya têkoşîna şoreşgerî de dest ji mamostetiyê ber dide. Ji bo bibe şoreşgerek tam qasî serê derziyê dudilî jiyan nekir. Plana ku li ser Curnê Reş-Sêweregê berê ji aliyê Rêber Apo hati çêkirin, dema ku Halîl Çavgûn tê qetilkirin, Rêber Apo ji bo têkoşîna Curnê Reş-Sêweregê dibêje: “Pêwîste cihê xwe di têkoşîna Curnê Reş de bigire û pêşengî bike!” Çawa ku vê talîmatê digire hevjîn û zarokê xwe dihêle û wek erkek sereke derbazê Hîlwanê (Curnê Reş) dibe. Di pêşengiya têkoşîna Hîlwanê de, di nava şeş mehan de, ne tenê binketina, nokerî êlperestiya Mala Suleymanan, di heman demê de dibe xwedî pratîka ku bingeha xwe disperê pergalekî vîna netewa demokratîk dide avakirin.
Salên 1978 û 1979’an, dagirkeriya Tirkiyeyê biryar dabû ku tevgerên şoreşgerî bi tamamî ji holê rake, lê belê di dîroka Kurdistanê de jî, salên biryargirtina avakirina partiya bû. Her çendî rewşên neyînî yên ku pir hêzan cihê xwe têde digirt hebûn jî, lê pêwîst bû di van salan de derketinên qehremanî çêbûbana. Ji bo ku derketinên bi vî awayî pêşbikeve pêwîstî bi rêber û şoreşgerên jidil hebû. Rêheval Mehmet Karasûngûr di vê pêvajoye de kesayetek wisa şoreşger bû. Wî di milê îlankirin PKK’ê û xeta partî derbazî jiyanê kirinê de dudiliyekî pir piçuk jî jiyan nekir û di heman demê de di xetên herî pêş de erk girt û bi awayek şoreşgerî pêkanîn, wek xebatekî herî bi şeref didît. Bi vî awayî erkê xwe ya, ji bo avakirina dîroka PKK’ê pêk anî.
Rêheval Karasûngûr, di dîroka PKK’ê û têkoşîna rizgarkirina netewa hemdemî de ya ku bi Hîlwan, Sêweregê destpêkirî û bi demê re belavî hemû deverên welat belavbûyî re bûye çavkaniya wêrektî, fedakarî û berxwedanê. Di van salan de, ger ji bo hem şewegirtina partî hem jî xeta berxwedaniyê gav nehatibana avêtin, – ji xwe bê wî behsa partiyêk şoreşger nabe were kirin- wê demê wateya çalakbûna PKK’ê jî çênedibû. Ger di pêvajoya pêşketina têkoşîna me de xetek berxwedanî, Rêbertiyêk avabûye û mohra xwe li dîrokê xistiyê, para Rêheval Karasûngûr di avakirina van nirxan de bi rastî jî dîrokî ye.
Rêheval Karasûngûr, hem di xeta bîrdozî ya Rêbertiyê de hem di pêşxistana têkoşîna polîtîka ya xeta Rêbertiyê de di destpêkê de cihê xwe têde girt. Di nava hemû beşên gelê me de bi wêrektiyêk pir mezin doz meşand û bû Rêberê gelekî. Yê ku berxwedaniya Hîlwan û Sîwerekê bi rêxistinkirî û di heman demê de di cihên herî bi tehlûke de, çek di destan de li hemberî nokeran û xulamên hêzên metîngeran şerek pir mezin dide meşandin û pir windahiyên dijmin çêdibe. Rêheval M. Kararsûngûr fermandarekî mezin, wêrek, zana, zîrek û bi van taybetmêndiyên xwe li ser dijmîn tirs dabû avakirin.
Wî ne tenê di derketina partiyê de, di heman deman de di pêvajoya pêşketinê û pêvajoya nû de jî di milê pêşxistin û kûrkirina xeta Rêbertî ya bîrdozî-leşkerî-polîtîk de jî di asta herî jor de fêm kiribû û dizanîbû coş û bîryardariya wê çawa wê derbazî jiyanê bike. Ev aliyên wî ewqasî diyarbû ku, di wan salan de belavbûn û westandinên ku berpirsyarên rêxistin û partiyên Tirkiyê û hema bêjin ji bo pir nexweşiyên rêxistinên Rojhilata Navînde bûbû dij-jehr. Rêheval M.Karasûngûr piştî 12 Îlonê dema wek erkdar diçe Rojhilatê Kurdistanê, piştî wê xebatên xwe li Başûrê Kurdistanê dide meşandin û ji bo têkoşîna me li wan qadan derfetên mezin dide avakirin. Di xebatên xwe de dide diyarkirin ku pêwîste têkoşîna şoreşgerî ya li Bakurê Kurdistanê di parçeyên din de jî di nava tifaqê de were meşandin. Rêheval Karasûngûr di nivîseke xwe de wiha dide diyarkirin: “ Pêwîste Rêbertiya şoregerî ya li Bakur-Rojavayê Kurdistanê, bandor û erka wî ya li ser parçeyên din berçav were girtin û di dema xwe de tedbîr were girtin, li ser vê bingehê gel were perwerdekirin…”
Yê têkoşîna şoreşgerî ya PKK’ê li Bakurê Kurdistanê derbazî parçeyên din kirî rêheval Karasûngûr, dide diyarkirin ku di van parçeyan de rêveberê bûrjuwa-gerdoyî zererek mezin dide Têkoşîna Rizgariya Kurdistanê û wiha dibêje: “… Rêveberiya bûrjuwa- gerdoyî ya ku Rojhilatê Kurdistanê tenê ne di qadên xwe de texrîbat çênekir, di heman demê de di parçeyên din de jî hin rêxistinên din ên bûrjuwa, bûrjuvaya biçûk jî girtin gel xwe û sînorên texrîbatê berfireh kirin. Bi çepgir – demokratên Ewrûpa re û bi paşverûyên herêmê re re ketin nav têkiliyan. Xwestin ku li hemû Kurdistanê, ji emperyalîzm û plangeriyên herî xayînane rê were vekin. Her çendî ev nêzîkatî û tevgerên wan hatin eşkerekirin û teşhîrkirin jî lê hê jî berdewam dike.”
Yekbûyîna netewa ku heya niha li Kurdistanê pêknehatî, di wan salan de li enî û hwd. hinek hewildan hatin kirin, di vê derbarê de rêheval M. Karasûngûr ji bo ku feraseta PKK’ê derbazî jiyanê bike tehlûkeyên pir mezin da berçavan û di vê rêyê de şehît ket. Rêheval Karasûngûr li gorî ezmûn û ceribandinên xwe hin nerîn destnîşankiribû: “… Bi sedan salane pêşketinê netew û civakî hatine astengkirin, dînamîkên hindirin hatine taxrîbkirin û ji bo yekbûna gelê Kurdistanê astengiyên pir mezin ava bûne. Ji bo stengiyên ku li pêşiya yekbûnê ji holê werin rakirin; di zanabûna zehmetiya de bin û li gorî vê bi sebir be, xebatek bê navber were meşandin, bi taktîka rast û manevreyan were rakirin. Pêwîste were zanîn ku yekbûyînek rast bi çend rewşenbîrên li ser mêze bi hin protokolan pêk nayê. Bi niqaş agirê têkoşînê wê bigihêje serkeftinê. Her lîstika ku hêza gelê şoreşger parçedike pêwîste vala were derxistin. Çi qas vala were derxistin, dê ew qas Têkoşîna Rizgariya Kurdistan were berfirehkirin…” Tesbîtên ku di wê demê de jî ji aliyê rêheval M. Karasûngûr ve hatine kirin, girêdayî heman rewşê 34 sal derbas bûyê lê yekbûna netewî nehatiyê avakirin. Rêheval Karasûngûr wek Rêberekî şoreşger û mamosteyê gel sedama van rastiyan radixe berçavan.
Rêheval M. Karasûngûr, cihê ku herî dawî ango li Başûrê Kurdistanê, dibejê rejîma Sedam lewazbûye û pêwîste ji vê sûd were girtin û wiha dibêje; “Niha li Başûrê Kurdistanê rewşa şerekî germ heye. Pêwîste yekitiya ku di asta lewaz de were xurtkirin, tevgerên ku parçebûnê didin avakirin werin astengkirin, ji bo vê hewldan were dayîn. Di van mercên şer de, li ser axa Iraqê di navbera hêzên pêşketî û hêzên paşverû dane berhev, hewldidin ku her yek dijberê xwe ji holê rake. Di pêvajoyek wisa de her çendî were îdiakirin ku, bingeha xwe ji tevger û fikrên rast digire jî lê tevger û fikrên ku xizmeta bilindkirina têkoşîna yekgirtinê neke pêwîste were zanîn ku wê zerer bide şoreşê.”
Çawa ku di wan rojan de nokertiyê zerer daye şoreşê, ji wê rojê heya roja me ziyana ku hatî dayîn tenê bi wê demê re sînordar nebû û hê jî di rewşa xwe ya ziyandayînê de ye û berdewam dike. Ji ber vê nokertiyê, netewek yekgirtî nehat avakirin û ji ber vê sedemê jî şoreşa Kurdistanê direj kir û xwe ji rewşa negihiştina serkeftina rizgar nekir. Xwe avakirina nokertiyê, hêz û cesaret daye hemû hêzên metîngerên Kurdistan û dijmin. Tenê ne cesaret; di heman demê de jî ji ber berjewêndiyên malbatî û êlî li hember şoreş û destketiyên şoreşê seknek dijber wek şêwazêkî jiyanê dane avakirin.
Li hemberî her cûre xweferzkirina êlperstî-malbatperstî-paşverûtiyê; pêwîste îro ji bo bîranîna rêheval Karasûngûr bi her awayî were destgirtin. Nêrînên wî yên beriya 34 salan anî ser ziman wan hembêz bikin û derbazî jiyanê bikin. Ji bo xeyal û heviyên pêşeroja gelê her çar parçeyên Kurdistanê; dem dema pêşxistina yekgirtina netew, qehrkirina faşîstên metîngeran e. Ji bo vê jî weke rêheval M. Karasûngûr em jî bibin pêşengên şoreşê, dema serkeftinê…
Rêheval Mehmet Karasûngûr di 2’yê Gulana 1983’yan de bi armanca sazkirina yekitiya netewî û dawî li şerê birakujiyê bîne bi rêhevalê xwe yê dozê Îbrahîm Bîlgîn re derbazî herêma Qendîl a Başûrê Kurdistanê dibe. Di dema ku Mehmet Karasûngûr bi hevalê xwe re di hevdîtinên çareseriyê de bû êrîşeke dijber ji aliyê hêzeke Kurd ve tê ser biryargehê û her du heval li vir şehîd dikevin. Niha her du heval li Qendîlê di goristana bi navê Mehmet Karasûngûr hatî vekirin de hatine definkirin.
ÇAVKANÎ: Komîteya Perwerdê ya KCK (PNDK)