GIRÊ SPÎ – Artêşa Tirk a dagirker li ser sînorê bajarê Girê Spî dema welatiyê bi navê Hisên Ezîz Nasir nêzî sînor dibe, gule lê reşandin û ew qetilkirin.
Artêşa Tirk a dagirker welatiyê 33 salî ji nuqteyên li ser sînor kir hedefa xwe û gule lê reşandin.
Hisên Ezîz Nasir ji şêniyên bajarê Girê Spî ye. Zewicî ye û 3 zarokên wî hene. Cenazeyê Nasir îro li goristana Eyn Arûs a başûrê bajarê Girê Spî hat veşartin.
Artêşa Tirk a dagirker heta niha bi dehan sivîlên ku di nava zeviyên xwe de dixebitîn û nêzî sînor dibûn an jî li ber pezê xwe bûn, kuştin.