NAVENDA NÛÇEYAN – Li kantona Girê Spî bi armanca şermezarkirina dagirkeriya Tirkiyê û tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û bi slogana”Serkeftina Efrînê şikandina tecrîdê ye” ciwan daketin qadan.
Xwepêşandan bi vexwendina Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê, bi beşdariya bi dehan ciwanan û hejmarek ji şêniyan hate lidarxistin. Xwepêşandan bi armanca şermezarkirina Tirkiyê bo lêkirina dîwarê parçekirinê ku Efrînê ji Sûriyê qut dike û tecrîda ku hikumeta Tirkiyê li ser Ocalan dimeşîne, li dar ket.
Xwepêşandêran wêneyên Ocalan û alên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê hilgirtin û solganên “Na ji dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê re” berz kirin.
Xwepêşandan ji ber Çerxerêya El-Alem ku dikeve başûrê bajêr, dest pê kir û ber bi Çerxerêya El-Qefes ve ku li navenda bajêr e, çû.
Rêveberê Tevgera Ciwanan Hesen Zamil axivî û wiha got: “Em êrîşên der heqê şêniyên Efrînê de şermezar û red dikin, her wiha em dîwarê parçekirinê ku dewleta dagirker li derdora bajêr lê dike, şermezar dikin.”
Hisên Zamil wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em wek Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê, ji bo parastina xaka Sûriyê bihost bi bohist amade ne, lewma em ji dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên re dibêjin; em ê heta dawiya jiyana xwe parastina hêrêmên xwe bikin.”