ŞEHBA – Desteya Ciwan û Werzîşê bi koordîneya Yekîtiya Werzîşê ya Herêma Efrînê turnuveya futbolê bi navê Şehîd Avesta Xabûr a jinên ciwan di 6`ê Nîsanê de dabû destpêkirin. Maçên turnuvayê li stada gundê Babnisê ya kantona Şehbayê hatin lîstin.
Di turnuvayê de 9 tîm; Avrîn, Diyar, Avesta, Şêrawa Aqîbe, Şêrawa Efrîn, Agirî, Dengê Efrîn, Armanc û Berxwedan beşdar bûn. Tîmên tunuveyê li gorî du koman hatibû belavkirin.
Îro maça dawî ya turnuvayê di navbera Avrîn û Diyar de bi coşek mezin ji hezkiriyên her du tîman ve li dar ket.
Beriya ku maç destpê bike, hevseroka Yekîtiya Werzîşê Evîn Bîlal û endamê Koordînasyona Kongreya Star Hediye Yûsif axivîn û hêviya serkeftinê ji her du tîman re xwestin.
Piştre maç destpê kir. Di dawiyê de tîma Avrîn bi 3-0 li beramberî tîma Diyar bi ser dikeve û dibe şampyonê turnuvaya Şehîd Avesta Xabûr. Piştî wê Yekîtiya Werzîşê tîmên beşdar bi medalyan xelat kir. Di dawiyê de hezkiriyên tîma Avrîn li ber stranên gelêrî dîlan gerandin.