EFRÎN – Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku di şerê li gundên Merenaz û Malikiyê 40 çete hatin kuştin û zêdetirî 30 çete jî brîndar bûn. .
Daxuyaniya HRE der barê çalakiyên wan wiha ye:
“Di 4`ê Gulanê de, artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê topbarana xwe ya li ser herêm û gundên tijî sivîl ên li navçeya Şera, û Şêrawa û heremên Şehbayê zêde kir, piştre di bin sîwana topbaran û balafirên keşfê de û bi tevlêbûna bi hezaran leşker û çeteyan dest bi operasyoneke bejahî kir.
Li ser vê yekê di navbera hêzên me û artêşa dagirker û çeteyên wê de şerên rûbirû ên giran çêbûn, bi taybet li seranserî xeta gundên El-Malikiyê û Merenazê yên girêdayî navçeya Şerayê. Şer bêhtirî 12 saetan berdewam kir û di encamê de hêzên me 3 hewldanên pêşdehatinê yên artêşa dagirker û çeteyên wê ber bi gundê El-Malikiyê û Merenazê ve asteng kirin û derbên giran li wan dan.
Artêşa dewleta dagirker a ku derbên giran ji aliyê şervanên me xwarin, gelek leşker û çekên giran şandin heremê, komeke leşker ya ku ji baregehên xwe yên li gundê Meryemînê yê girêdayî navçeya Şera derket, ket kemîna tîmeke taybet ya hêzên me, di encamê de 2 fermandarên Tirk ku yek ji wan “yuzbaşî” û yê din “bînbaşî” ye, bi giştî 4 leşker hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn. Her wiha hejmarek ji erebeyên zirxî derb xwarin.
Di encama şerê li heremê yê di navbera hêzên me û leşker û çeteyên dewleta dagirker de, herî kêm 40 leşker û çete hatin kuştin û bêhtirî 30 jî birîndar bûn û êrîşên artêşa dagirker û çeteyên wê hatin pûçkirin.
Artêşa dagirker ji bo ku windahiyên xwe veşêre, êrîşên xwe yên hovane bi topan li ser herêmên sivîlan berdewam kir û seranserî rojê bêhtirî 25 gundên navçeya Şera, Şêrawa û heremên Şehbayê rastî topbaranê hatin, di encamê de gelek ziyanên madî gihîştin malên sivîlan.”