NAVENDA NÛÇEYAN – Fermandariya Hêzên Parastina Jinan ên Rojhilatê Kurdistanê (HPJ) bi wesîleya şehîdên meha Gulanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin, ku di dîroka mirovahiyê de li dijî dagirkeriyê her tim berxwedana mirovahiyê çêbûye û hate gotin, “Di roja me ya îro de jî li hember dagirkeriya ku dixwaze gelê Kurd tune bike berxwedaniyek mezin pêk tê.”
Fermandariya HPJ’ê destnîşan kir, li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rêbertî, gelê Kurd û Kurdistanê gelek qehreman bi tekoşînek mezin berxwedanî kirin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Di nava tekoşîna azadiyê de xebatên Rojhilatê Kurdistanê xwedî girîngiyek mezin e. Di xeta Rêber Apo de bi sedan heval di vê oxirê de bûn fedaî. Warê Egid, Akif, Manî, Zîlan Pepûle, Şirin Elemhûli, Zîlan Serdeştan di hemû aliyên xwe de bûye qada serhildan û berxwedanê. Kevneşopiya wan hevalan her tim domiya û heta roja me hat û berz bû.”
Fermandariyê ragihand, rejîma Îranê di dîrokê de heta niha li dijî gelê Kurd di nava hewldanên komplogeriyê de ye û diyar kir, ” Li dijî xebatên Rojhilatê Kurdistanê yên tekoşînê her tim hewldanên xerakirinê wek plangerî hatiye domandin. Li hemberê êrîşên rejîma dagirker ya Îranê gerîlayên me her tim bi berxwedayînek mezin ve bersiv dane û tekoşîn kirine.”
ŞEHÎDÊN ÇIYAYÊ DALAHO
Fermandariyê bi bîr xist, li çiyayê Dalaho 5’ê Gulana 2010’an 5 hevalên wan di encama qomployekê ku bi jehirkirinê ve ji aliyê rejîma Îranê ve hate kirin, jiyana xwe ji dest dan.
Fermandariyê ragihand, ” Her pênc hevalên me Hekim Tatvan, Nûpelda Kardelen, Şahin Dalaho, Xoşmer Sirvan, Zozan Gernas ji bo azadiya gelê Kurd û her wiha Rojhilatê Kurdistanê pêk were bi hewldanek mezin tevgeriyan û gehiştin mertebeya şahadetê. Qerekterê her penc hevalan jî nêzî hev, bi girêdayîna felsefeya Rêber Apo ve tevgeriyan.”
Di domahiya daxuyaniyê de hate gotin, “Rejîma Îranê bi polîtikaya Kurdan bi Kurdan qirkirinê, kuştinê komployek wiha bi destên Kurdan pêk anî. Dahalo ji bo gerîlayê Rojhilatê Kurdistan ê qadeke stratejîk e. Rejîma Îranê ya dagirker li dijî gerîla polîtikaya tunekirinê dabû destpê kirin. Di vê çarçoveyê de li ser gerîlayên me êrîşên cûr bicûr pêk anîn. Pênc hevalên me di encama komployekê de şehît kirin. Li dijî vê komployê ji wê demê heta niha bi hêrsa tolhildaneke mezin gerîlayên me têkoşîn dikin. Her wiha bi hezaran ciwanên Rojhilatê Kurdistanê beşdarî nava gerîla bûn. Çiqasî berdel hatibe dayîn ewqasî serketin jî hat dest xistin. Tola van qehremanên me hatin girtin û têkoşîn hîn jî didome.
Wek hêzên HPJ, em ê di rêya wan şehîdan de heta dawî bimeşin. Li gorî wê bijîn û ji bo ku em di xeta Rêbertî de hîn bilindtir bijîn û tola van hevalên xwe û bi hezaran şehîdên xwe bigirin em ê bi her awayî bi bir yardarî têbikoşin. Tola wan girtin wek erkek e li ser milê me ye. Çawa ku me heta niha bi ruhê wan jiyan û ji bo ku em tola wan bigirin me tekoşînek mezin kir em ê ji vir şûnde jî bi wê sozê û baweriyê di rêya wan de bimeşin. Em di vê çarçoveyê de soza xwe careke din dubare dikin.
Em pê bawerin ku gelê me yê welatparêz jî çawa ku heta niha li xwedî şehîdên xwe derketiye wê ji vir şûnde jî li dijî dagirkeriyê serî netewîne û hîn zêdetir xwedî li şehîdên xwe derbikeve û li dijî lîstokên dagirkeriyê bi hişyarî tevbigere. Em di salvegera 9. de her pênc hevalên xwe careke din bi rêzdarî bi bîr tînin û sersaxiyê ji malbata wan û ji tevahî gelê Kurdistanê dixwazin.”