NAVENDA NÛÇEYAN – Koordînasyona PAJK’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û “şehîdên meha Gulanê” bi bîr anî.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Bi wesîleya meha Gulanê di şexsê şehîdê xwe yê mezin ê şoreşê Hakî Karer de, em Denîzan, Îbrahîm Kaypakkayayan ku ev meh kirin dema têkoşîna biratiya gelan û berxwedanê, hemû şehîdên şoreşê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Em soza afirandina jiyana azad didin ku di oxira wê de şer dikin.
Em komploya 6’ê Gulanê ku dewleta TC li dijî Rêberê me sala 1996’an pêk anî, careke din bi hêrs şermezar dikin û dibêjin, wê hesab ji dewletên komploger bê pirsîn.”
SAZIYÊN NAVNETEWEYÎ NABE KU BÊDENG BIMÎNIN!
PAJK’ê bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, grevên birçîbûnê yên bêdawî û bêdorveger, rojiya mirinê û bêdengiya hêzên navneteweyî.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Berxwedana grevên birçîbûnê ku ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêber Apo bi pêşengiya Leyla Guven dest pê kir, şeş meh in bi îradeyeke mezin û sekna şoreşgerî li zindanan, li Kurdistanê û derveyî welat didome. Di meha şeşan a berxwedanê de 15 hevrêyên me yên girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê dest bi çalakiya ROJIYA MIRINÊ kirin û her kes xistin bin berpirsyariyeke mezin. Dewleta Tirk ji ber ku bi polîtîkaya faşîzan di tecrîdê de israr dike, heta niha berxwedêran mûxatab nabîne, gavê neavêje û êrîşî çalakiyên gel ên ji bo xwedîderketinê dike, ROJIYA MIRINÊ dest pê kir. Di serî de dewleta Tirk, Konseya Ewropayê, Parlamenta Ewropa, CPT û saziyên navneteweyî wê ji encamên gengaz ên neyînî berpirsyar bin. Civaka demokratîk jî nabe ku bêdeng bimîne, divê dengê xwe hîn bi xurtî bilind bike.
ÎMRALI SÎSTEMA ESARETÊ YE
Girtîgeha yek kesî ya Îmraliyê ku ji her alî ve bi rengekî dijberî mercên jiyanê hatiye dîzaynkirin, sîstemeke tecrîdê ye ku li dijî hiqûqê û qanûnan e. Îmrali sîstemeke esaretê ye ku bi qanûnên taybet ê li dijî şexs tê birêvebirin. Ji sîstema tecrîdê ya Îmraliyê saziyên navneteweyî berpirsyar in. Şert û mercên Rêberê me tê de ye, ku bîst sal in di nava mercên ne însanî de ye û gef li ewlekariya wî tê xwarin, nîşan didin ku hem dewleta Tirk hem jî saziyên navneteweyî yên pêwendîdar sûc kirine. Mafên Rêberê me bi rengekî eşkere hatine xespkirin û bi vî rengî ji sala 2015’an ve sûcekî nû tê kirin. Bi astengkirina hevdîtina bi malbat û parêzeran re, li dijî Rêberê me sûcekî giran ê li dijî mirovahiyê tê kirin. Ev tecrîda dijwar ti carî nayê qebûlkirin. Desthilatdariya AKP’ê, CPT û saziyên navneteweyî ku sûcdar in û li dijî hiqûqê tevdigerin, li şûna ku hesab bidin, hewl didin tecrîdê asayî nîşan bidin, çalakiyên li dijî tecrîdê ji nedîtî ve tên ku ev yek jî helwest û polîtîkaya pêşîvekirina li mirinê ye. Di şexsê Rêberê Gelê Kurd de ev yek qirkirina gelê me û gelan e.
TECRÎD DI ASTEKE WELÊ DE YE XWERAGIRTIN LÊ NABE
Rêberê me di pêvajoya bîst salan a Îmraliyê de li dijî her şêwe pêkanînan, ji nêzîkatiya xwe ya ji bo afirandina çareseriya ji bo gelan tawîz neda. Li dijî planên komployê yên desthilatdariya AKP’ê ku bi navê ‘çareseriyê’ ferz dikir, timî têkoşiya. Lê belê pêvajoyên diyalog û hevdîtinan ku veguherîn komploya di nava komployê de, polîtîkayên komkujî û tasfiyekirinê yên li dijî gel û tevgera me, rewşa Rêberê me roj bi roj girantir kir. Di nava van salan de dewletê li sîstema Îmraliyê her şêweyên êşkenceyê ceriband. Jehr dan Rêberê me, gelek caran cezayê hucreyê lê birîn, mafên wî hemû ji wî hatin wergirtin. Ji sala 2015’an û vir ve tecrîd welê giran bûye ku êdî xweragirtin lê nabe.
FAŞÎZM HATE ASTA HERÎ BILIND A DÎROKA TC’Ê
Tecrîda li ser Rêbertiya me, ev hovîtiya li ser gelê Kurd û civaka Tirkiyê, polîtîkayên qirkirin û mêtingeriyê, ji ber polîtîkaya li ser Kurdan a dewleta TC’ê û ji ber dijberiya wê ya azadiyê ye. Di pêvajoya deshilata AKP-MHP’ê de faşîzm gihaştiye asta herî zêde ya dîroka TC’ê. Bi polîtîkayên qirkirinê, gavên antî demokratîk, zextên faşîstî dixwazin hemû civakê dîl bigirin. Ji ber vê çalakiya ku Leyla Guven li dijî vê faşîzmê dayî destpêkirin, rabûna tecrîdê ya li ser Rêbertî, temsîla birûmet jinan û derdorên demokratîk a li dijî faşîzmê ye. Li Tirkiyeyê geşbûna jiyana demokratîk, bidawîbûna qirkirina li ser Kurdan, girêdayî rabûna tecrîdê ya li ser Rêbertî ye. Ji ber vê jî, domdariya tecrîdê domdariya pergala faşîst, astengkirina demokrasiyê, li hev sorkirina gelan, zêdebûna mirinan û giranbûna şer e.
DIVÊ ZÊDETIR VÊ ÎRADÊ NECERIBÎNIN
Li bara van çalakiyên berxwedana mezin bêdengiya dewleta TC’ê, ya saziyên navnetewî, guhdarnekirina li daxwazan komploya li ser Rêbertiya me û karakterê wê yê navnetewî nîşan dide. Ji ber ku dewlet yasayên xwe bi cih bîne, li gel ku bi hezaran mirov bedena xwe daber ber birçîbûnê jî, careke dî hatiye nîşandan ku nêzîkatiya li rewşa Rêbertiya me ne hiqûqî lê siyasî ye. Li dijî vê rewşê girtiyên PKK-PAJK’ê ku çalakiya greva birçîbûnê veguherandine ser rojiya mirinê, ji ber ku rê li vê neçareseriyê vekin bi biryara xwe çalakî anîn asteke dîtir. Divê ev vîn zêdetir neyê ceribandin. Divê tecrîda li ser Rêbertiya me bi dawî bibe, mafên herî rewa û hiqûqî demildest divê were nasîn.
BERXWEDAN WÊ BI SER BIKEVE
Ti kes nikare bi hezaran kesên di greva birçîbûnê de, berxwedêrên rojiya mirinê, dayikên ku dibêjin, ”bi berxwedanê em ê bi ser bikevin” ji vê têkoşînê bide paş. Berxwedana ku bi mehan e didome, nîşan dide çalakî heta ku bigihijin encamê wê bidomin. Bi destpêkirina rojiya mirinê re êdî her kes çi dikeve ser bike, di vê berxwedanê de li nav refê gel be, têbikoşe. Jin û ciwan wê bi misyona xwe ya pêşengiyê rabin û berxwedan bi ser bikeve.
Em hemû berxwedêrên ku bi vîneke mezin bi mehan e ji bo Rêbertî li ber xwe didin, hevrêyên ku ketine rojiya mirinê, dayikên ku li gel hemû zextan jî li kuçeyan in û hemû gelê xwe yê ku têdikoşe silav dikin, em dibêjin wê faşîzm were hilweşandin û serfirazî wê ya berxwedêran be.”