WAN – Malbatên girtiyan di pêşengiya Komeleya Piştevanî û Şewirmendiya Malbatên Girtiyan (TUAYDER), li Kolana Hunerê ya Wanê kom bûn û çalakî pêk anîn. Malbatên di pêşengiya TUAYDER’ê de li Kolana Hunerê kom bûn, xwestin têkildarî çalakiya greva birçîbûnê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Muazzez Orhan, xizmên girtiyan, endam û rêveberên HDP û DBP’ê yên Wanê û nûneren gelek saziyên demokratîk jî tev li çalakiyê bûn. Dema Parlamentera HDP’ê Muazzez Orhan, xwest daxuyaniyê bide çapemeniyê, polîsan kom dorpêç kir û mudaxaleyî komê kir. Piştî polîsan mudaxale kir, gelê li kolanê bertek nîşanî polîsan dan. Polîsan jî çêr li gel kir.
POLÎSAN HEVSEROKÊ TUAYDERÊ ACAR BIRÎNDAR KIR
Polîsan di mudaxaleyê de 3 kesen navê wan nehat zanîn binçav kirin. Polîsan di mudaxaleyê de Hevserokê Şaxa TUAYDER’ê yê Wanê Onder Acar ji serê wî derb kir û birîndar kir. Acar ku ji serê xwe derb xwar ji ser hişê xwe çû. Acar bi ambulansê rakirin nexweşxaneyê. Polîsan piştî mudaxaleyê kolan dorpeç kir.