MÊRDÎN – Li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û ji bo bal kişanda ser berxwedana grevên birçîbûnê û rojiyên mirinê Ciwanên Dêrikê daketin qadan.
Ciwanên Dêrikê ku daketin qadan sloganên “Bijî Berxwedana Zindanan” û “Leyla Guven rumeta me ye” avêtin û meşek lidarxist. Welatiyan bi tîlîliyan piştgirî da çalakiya ciwanan.