STENBOL – Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan li Navçeya Bagcilar a Stenbolê tev li civîna avakirina Meclisa Ciwanan a HDP’ê ya Navçeya Bagcilarê bû û wiha got: “Hevalên me yên ciwan dizanin ku vê tevgerê bi ciwanî dest bi têkoşînê kir û wê bi ciwanî bi dawî bike.
Meclîsa Ciwanan a Rêxistina Partiya Demokratik a Gelan (HDP) ya Navçeya Bagcilarê ya Stenbolê, bi armanca avakirina meclîsa xwe ragihîne li avahiya HDP’ê civîna çapemeniyê pêk anî. Ciwanên Meclîsa HDP’ê û welatiyên ku beriya civînê li pêş avahiya partiyê kom bûn di lêgerîna GBT’ê re derbas bûn. Di civînê de Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan amade bû. Li salonê pankartên têkildarî tecrîdê hatin vekirin. Endamê Meclîsa ciwanan beriya avakirina meclîsê ragihînin ji bo kesên di têkoşîna aştî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz girtin. Piştre endameki meclîsê daxuyanî da û avakirina Meclîsa Ciwanan a HDP’ê ya Bagcilarê aşkere kir.
Endama Meclîsa Ciwanên HDP’ê Kubra Unat, diyar kir ku pergal dixwaze ciwanên kurd ji civakê qut bike û wiha got: “Bi vê yekê diwaze enerjiya ciwanan pûç bike û ciwanan ji cewherê xwe dûr bixe. Unat, anî ziman ku bi tiryak, sîxurî û dûrxistina nirxan hewl dide ku jiyanek puc pêş bixe û ciwanan ji çand û nirxên wan dûr bixe.
Parlamenterê HDP’ê Omer Ocalan jî di civînê de axivî û wiha got: “Ciwan di pêvajoyek pir dijwar re derbas dibin. Di bin gelek êrîşên cuda de dijîn. Li dijî ciwanên Kurd plana perçekirin û pûçkirinê tê meşandin. Lê rêxistina me ya ciwan ev tekoşîna bi rûmet li ser pişta xwe bar kiriye û heta îro anîye. Hevalên me yên ciwan dizanin ku vê tevgerê bi ciwanî dest bi têkoşînê kir û wê bi ciwanî bi dawî bike.
Civîn bi stranên dengbêjan bi dawî bû.