NAVENDA NÛÇEYAN – Li cihan û tirkiye dengvedana wê nayê jibîrkirin, 68’an… Çi ji wan re ne hat gotin, “Nifşê 68’an”,”Bûyerên 68’an”,”Rojên Azad”,”Rojên îsyanê” yan jî “Sala ku cihan hejand” wek Mark Kurlansky wiha pênase dike…
68 di du pêvajoyan de pêşket: Yekemîn serhildanên xwendekaran, duyemîn jî girseyên tevgerên karkeran.
Di pêvajoya yekemîn di 3’ê Gulana 1968’an de bi girtina zanîngehan û xwendekaran ji Sorbonne derxistinê geş bû. Mudaxaleya tund ya polîsan li dijî xwendekaran hişte ku gel li hember xwendekaran sempatî ava bike.
Li Parîsê bi serhildanên xwendekaran destpê kir û li tevahî cihanê belavbû.
Bi taybetmendiyê xwe ê azadîxwaz ciwan wek aktorê civakê di Gulana 1968’an derket ser dîkê. Ciwanên ku li dijî baviksalarî, azadiyê îlan kiribû, li dijî bûyerên li Vietnam û Cezayirê bertek nîşan dida.
Atmosfera li cihanê mirov dikare wiha xêz bike. Li Tirkiye em dikarin wana binin ser ziman:
Berbi 68’an
Di pêvajoya Nîfşên 68’an partiya AP ku Sûleyman Demirel pêşkeşiya wê dikir li ser hikumetê bû.
Agirê şoreşê ku li zanîngehan destpê kir, roj bi roj belav dibû, ji xwendekaran derbasî karkera ji karkeran derbasî gel bû. Armanca wan şûnde kişandina polîsên faşîst ji kolanên Stenbolê. Waliyê wê demê dixwest ku dagirkirina kolanan bi dawî bibe û bi Deniz’an re axivî. Deniz Gezmiş bersiva “Em bi xayînan re bazarê nakin” dide.
Dîrok 17’ê Tîrmehê 1968, dema xwendekar di nivîngeha İTÜ li dijî 6. Filo ya li ber Dolmabahçe li çesipandinê bû di amadekariya çalakiyan de bûn, polîsên faşîst digre ser civîna wan. Di serdegirtinê de gelek ciwan brîndar dibin û Vedat Demircioğlu jî di pencerê de davê jêr.
Demircioğlu piştî hefteyekê ji milê polîsên faşîst tê qetilkirin û wek yekemîn xwendekarê nîfşê jiyana xwe ji dest dide. Xwendekarên ku bi agirê şoreşê dipişin dadikevin Dolmabahçeyê û leşkerên Emerîkî davê golê. Ev bu cara dawî ku Filoya 6’emîn li lîmana Stenbolê disekine.
Ji bo têkoşîna Denizan wê li Tirkiye rûpelên nû bên vekirin, û ev wê bi salan bandora xwe bidomine. Protesto û boykotên li zanîngehan pêl bi pêl belav dibin. Ji bo Deniz û hevalên wî ev ne têrkere û vê pêvajoyê vediguherine pêvajoya rêxistinbuyinê û bilindkirina têkoşînê.
hûseyin bu luleya yekem ku emperyalîzmê şewitand
Li zanîngeha ODTÜ bi slogana “Emerîka derkeve!” elçiyê Emerîka ku nû hate Tirkiye, hate serdana rektorê ODTÜ. Robert Komer ajanê CİA xebitiye (wek serjêker Vietnam tê zanin) bi hatina wi ya Tirkiye bi protestoyan rû bi rû dimine.
Ciwanên ku wesayîta Komer dibînin, wesayîtê wergerandin û agir pêxist. Sinan Cemgil çefiya xwe derdixe û dixe wan benzinê, Hûseyîn Înan jî agir pêdixe, wiha dikevin dîrokê. Piştî vê bûyerê ciwanên ku ji zanîngehê tên avêtin êdî têkoşînê derdixin derveyî welat û perwerdeya leşkerî dibînin.
Di nav ciwanên ku diçin Filîstinê, di herî refên pêş Deniz Gezmîş heye.
Deniz du mehan di kampên El Fetih yê Artêşa Rizgariya Filîstinê de perwerdeya leşkerî dibine. Êdî nasnemya wî ya gerilla çêdibe.
THKO di sala 1970’an ji milê Deniz Gezmîş, Hûseyin Înan, Yusuf Aslan, Sinan Cemgil, Alparslan Ozdoğan, Taylan Ozgur ve Cihan Alptekin tê avakirin.
Piştî revandina 4 leşkerên Emerîkî êdî têkoşîn digeheje astek pir cuda. 4 leşkerên NATO ku hatin revandin piştî demekê hatin berdan. Êdî pêvajoyek nû destpê dike.
Di mêjiyê Denizan de evîna ketina têkoşîna Gerilla destpê dike. Çiya ji bo Deniz û hevalên wî sembolek pir cuda bû, ji ber çiya azadî û serî hildanê sembole dike.
Deniz, Yusuf, Sinan berbi Sîvasê derketin rê. Piştî bûyeran revandina 4 leşkerên Emerîkî Hûseyîn Înan di 24’ê Adarê 1971’an li Kayseriyê li navçeya Pinarbaşi tê girtin. Denizan berbi çiyayên Nurhak derketin rê. Li navçeya Sivas Şarkiş motorê wan xirab dibe. Yusuf û Deniz li gundekî disekine û li ser ixbarê polîsên faşîst tên gel wan. Yusuf û Deniz bi awayekî dilnizm tevdigerin û piştî demekê gulê berdidin heva û lehurbûna polîsan belav dikin. Deniz di wê kêliyê xwe ji destê polîsan xelas dike, lê Yusuf dil tê girtin.
Deniz çiqasî hewl bide ji bo bireve, li navçeya Sivas Gemerek tê girtin û polîsên faşîst wî tinin Kayseriyê. Li vir jî wî dibin Enqerayê.
Sinan û hevalên xwe li gundê Îneklî li ser ixbara muxtar tên dorpêçkirin. Sinan di 31’ê Gulana 1971’an di pevçûnek bi polîsên faşîst re şehîd dikeve.
Dema bi Stêrkan re dibin yek
Piştî vê êdî dadgehên dijmin,
Ji bo Deniz û hevalên xwe neyin îdamkirin kampanyaya îmzeyan,
Bi ketina grevên birçîbûnê yê mirinê ew pêvajo didome.
Û li Tirkiye bi tîpên reş tê nivîsandin “Deniz, Hûseyin, Yusuf hatin îdamkirin” di 7’ê Gulanê 1972’an.
Di şevekê de beyî ku Deniz pêlavê xwe girêde, Hûseyin jî bi çarixa di lingê wî de dibin. Dema wan dibin ser sêdara îdamê, celladan ditin ku di çavên şoreşgeran de tirs tune. Cellad bi xwe tirsiyan. Di sêdara mirinê de Deniz zaninî bû ku ev bên wê bibe sedema nîfşeke nû ku têkoşînê dewrî wan dike. Têkoşînek ku pêwîste ji bo gelê Tirkiye û Kurdistanê bigehêje serkeftine…
NC/Faraşîn Sîdar