ŞENGAL – Yekîtiya Ciwanên Êzidxan (YCÊ) li Şengalê bi civîna amadekariyê 2’emîn Kongreya xwe dike.
Di sala 2017’an li Serdeştê ku giredayî Şengalê ye yekem Kongreya YCÊ hatibû lidarxistin. Piştî pratîk û xebatên 2 salan wê ciwanên Êzidxanê 2’emîn Kongreya xwe lidar bixe.
Di çarçoveya amadekariyê Kongreyê de li gelek gundan bi ciwanan re civîna hatin girtin û tê zanîn ku ew ê hin civînek navendî bi ciwanan re bê çêkirin.