ENQERE – Di hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên 31’ê adarê de namzetê serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu bi ser ketibû. Li dijî vê yekê AKP’ê serî li Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) dabû. Hat zanîn ku hilbijartin hatiye betalkirin.
Têkildarî mijarê nûnerê AKP’ê Recep Ozel û yê MHP’ê yêdi YSK’ê de Kurşat Turker Ercan li ser hesabên xwe yên twîtterê ragihandin ku dê hilbijartina rêveberiyên herêmî yên Stenbolê bên dubarekirin. Her çiqas YSK’ê heta niha agahiyeke fermî nedabe jî, nûnerê AKP Ozel li ser twîtterê peyama ‘hilbijartina li Stenbolê tê dubarekirin. Ser xêrê be.’ parve kir. Di berdewamê de jî Ozel destnîşan kir ku dê hilbijartin di 23’yê hezîrana sala 2019’an de bê dubarekirin.
Ercan jî di peyama xwe de ragihand ku serlêdana îtîraza awarte ya AKP’ê ya ji bo Hilbijartina Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ji hêla YSK’ê bi dengên zêde hatiye qebûlkirin û dê hilbijartin bê dubarekirin.
Hat zanîn ku hilbijartin li hemberî 4 dengan, bi 7 dengan hatiye betalkirin. Tê payîn ku dê hilbijartina Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê di 7’ê hezîrana îsal de bê dubarekirin.