“Gulan di dîroka têkoşîna me de meheke her wekî sembol û nirxên gerdûnî û herêmî tê de tên tevîhevkirin e. Beriya her tiştî meha Gulanê “meha Şehîdan” e. Hema bêje li her roja vê mehê navê şehîdekî me hatiye nivîsandin. Her wiha, meha me ya lêpirsîna herî mezin, gihandina şehîdên me yên ku girêdan û hêza me ya jiyanê ne ye. Çi herêmî, çi jî gerdûnî be hemû nirxên ku di Gulanê de îfadeya xwe dibînin berhemên wan in. Hemû rojên ku demxeya xwe li Gulanê didin, mîna meşaleyeke ku ne tenê dîroka mirovahî û gelê me, kêlî û pêşerojê jî ronî dikin in û rastiya me ya herî mezin a ku vê serkêşiyê dijîn; rastiya şehîdên me ye.
Bi nirxên ku 1’ê Gulanê temsîl dikin, em bi tevgera sosyalîst a dinyayê re digihên hev, dibin parçeyek ji tevgera kedkarên dinyayê, bi 6’ê Gulanê re bi kevneşopiya demokrasî û şoreşgeriya Tirkiyeyê re digihên hev. Di hebanoka manewî ya PKK’ê de herî zêde nirxên ku di Gulanê de temsîla xwe dibînin li ber çav dikevin. Ked, hevgirtin, yekîtî, enternasyonalîzm, azadî, hevgirtina gelan û berxwedan… Ev, di PKK’ê de nirx û rêgezên herî bingehîn in.
Raperîna me ya ku ketiye sala xwe ya 34’an di meha Gulanê de gihîştiye biryara partîbûyînê. Tevgera me ya azadiyê ya ku şehîdê xwe yê mezin di vê mehê de daye û hê di merhaleya komê de ye, li ser bîranîna vî şehîdê xwe yê mezin merhaleya xwe ya komê temam kiriye û bi biryardariya pêkanîna partîbûyînê girêdana xwe nîşan daye. Hevalê Hakî Karer ê ku Tirkiyeyî ye, Rêbertiya me ji bo wî gotiye; “Dema min şehadeta wî bihîst mîna ku dinya bi serê min de hat xarê”, weke kesekî ku Kurdistanê qet nedîtiye, kurdî û gelê kurd qet nas nake, bûye hevalekî pêşengê di gihandina koma ku li Enqereyê ava bûye ta Kurdistanê de û li gelên Kurdistanê çandina tovên azadiyê. Mînaka herî hilbijartî yê milîtaniya PKK’ê yê ku cihê divê bê çûndin ê ku destpêkê diçe, tiştê divê bên kirin ê ku beriya her kesî dibîne, kêmasiya ku dibîne temam dike, her fersend û derfeta ku dibîne ji bo gel dinirxîne û ji bo vê ji kesekî fermanan hêvî nake ye. Di wî de ne tenê ev taybetî, hemû taybetiyên PKK’yîbûna ku di Rêbertiyê de temsîla xwe dibînin hene. Ji ber vê yekê Rêber Apo ji bo wî dibêje “Ruhê min ê veşarî bû”.
Zîndan, bûne cihên ku agirê ev serhildana gelê me ya dawî ya ku têkneçûna wê hatiye îspatkirin lê hatiye vêxistin. Milîtaniya PKK’ê di zîndanan de îspat kiriye ku rastiyeke bi cî û demê nayê sînorkirin e. Berxwedana zîndanê ya PKK’ê, ji çalakiyen dîrokî yên ku mijarên divê mirov ji bo çi bijî û çawa bimire ronî dike ye. Û “Çalakiya Çaran” di nav vê dîrokê de lûtke ye. Çalakiya Çaran a ku di 18’ê Gulana 1982’yan de li dîroka têkoşîna me bi tîpên zêrîn hatiye nivîsandin, ne tenê di kevneşopiya berxwedanê ya zîndanê de, di hemû dîroka têkoşîna me de cihekî girîng digire. Di vê çalakiya ku hevalê Ferhat Kûrtay, Eşref Anyik, Mahmût Zengîn û Necmî Oner li zîndana Amedê li hember îxanet û teslîmiyetkariya ku dihat ferzkirin bedena xwe dan ber agir de, girêdana bîranîn û dozê ya herî saf hatiye pêşkêşkirin.
HEWLÊR DI XWÎNÊ DE MA…
Gelê me bi encamên ku ji dîroka xwe ya bi têkçûnan derxistiye, daxwaziya xwe ya herî mezin a ji arezûya yekîtiya neteweyî, tevgera me ji serî ve mîna fermanekî nebe nabe fêm kiriye. Ji vê daxwaziya herî bingehîn a gelê me re bûyîna bersivê weke erk ji xwe re dîtiye. Ji ber ku di dîroka Kurdistanê de ji bo rûpelekî ronak veke û careke din nebin lîstikvanên dîroka bi têkçûn, dizane ev tê çi maneyê. Li ser vî esasî, fedakeriyên herî mezin, hewldanên herî mezin û jixwe di vê rê de wendahiyên herî mezin di tevgera me de çêbûne. Di duduyê Gulana 1983’yan de hevalên M. Karasûngûr û Î. Bîlgîn ji bo şerê di navbera hêzên Başûr de bi dawî bikin û yekîtiya neteweyî vejîn bikin çûne Qendîlê û li wê derê hatine qetilkirin. Bîranîna wan îro ji milyonan re bûye mal û heveyn û xerca yekîtiya neteweyî.
Di dîroka serdestên kurdan de yekîtî û selameta neteweyî tu car li ber çav nehatiye girtin. Serdestên kurd ên ku bûne koleyên berjewendiyên desthilatdarî û malbatî dem hatiye ji bo van berjewendiyên xwe yên teng mirovên xwe yên herî nêz, serhildanên di meşa serkeftinê de, gelê kurd ê ku azadiyê dixwaze di yek derbî de firotine. Yek ji damezrînerên KDP’ya Tirkiyeyê Saît Elçî vexwendina Başûrê Kurdistanê û li vê derê qetl kirina wî (29’ê Gulana 1971’an) yek ji mînakên herî balkêş ên ku ev rastî xwe derdixwe holê ye. Ji ber vê yekê PKK, ku ev taybetiyên wan ên qirêj derxist holê, ango kurdîtî ji dest wan girt ev hêz bûne dijminên herî mezin. Zîhniyet û kevneşopiya ku di 19’ê Gulana 1979’an de hevalê Xelîl Çavgûn qetl kir ev kevneşopiya hevkar û îxanetkar e. Lê bi vê derê bi sînor nemane. Ev ruhê bêoxir ê her wekî li hemû tevînekên Kurdistanê têgeriyaye, di her gavî de li hember PKK’ê rabûye.
Sala 1997’an ji bo tevgera me saleke ku giran derbas bûbû. Êrîşeke bi tevahî ya piralî û hêzên herêmî û navneteweyî jî tê de bûn hebû. Bi operasyonên parçe parçe û hemdemî tasfiyekirina tevgera me dihat armanckirin. Beriya salekê, li dijî Rêbertiya me sûîqasteke bi bombe ya ku negiha armanca xwe hatibû pêkanîn. Konsepta êrîşê ya ku bi vê hat destpêkirin bi lez û bez dihat meşandin. Di serî de gerîla, êrîş li ser her qada ku gelê me lê bû û tevgera me lê xwe birêxistin dikir dihatin kirin. Dewleta Tirk di 14’ê Gulanê de operasyoneke ku Başûrê Kurdistanê jî di nav de bû dabû destpêkirin, şer bi lez berdewam dikir, her du alî jî bi sedan wendahî û birîndarên xwe hebûn. Beriya operasyonê, PDK û YNK’ê ji raya giştî û tevgera me re dabûn eşkerekirin ku wê bi dewleta Tirk re tevnegerin û tu alî negirin. Lê PDK’ê, bi operasyona ku artêşa tirk da destpêkirin re di heman demê de Qetlîama Hewlêrê pêk anî.
Li ser hevdîtinên ku hatibûn çêkirin, hemû saziyên me yên ku hatibû qebûlkirin wê li Hewlêrê faliyet bikin bi ser wan de girtin, dilxwaz û alîgirên wan hatin girtin. Bi hovîtiyeke mezin, 52 kadroyên gelek jê birîndar, nexweş û seqet bi xwînxwarî hatin qetilkirin. Yên ku hatin qetilkirin pirî jê jî gerîlayên nexweş û birîndar ên ku nikaribûn rabin ser piyan bûn. Ji bilî sê kesî hemû welatparêz û kadroyên ku di êrîşê de hatin binçavkirin hatin înfazkirin. Ji deh kesan jî tu carî agahî nehat girtin.
Dîroka 16’ê Gulana 1997’an wehşeteke ne tenê di dîroka kurd de di dîroka tu gelekî dinyayê de lê nayê rasthatin hat kirin. Ev, di warê wê hevkarî û îxanetkariya kurd bikaribin çi bikin de weke derseke bi êş û mezin derbasî dîrokê bû. PDK’ê, bi vê qetlîamê careke din îspat kir ku piştî Şerê Başûr weke tevgereke ku wê yekîtiya neteweyî û azadiya kurd çawa bombe bike tê xwedîkirin û mezinkirin û di cewhera xwe de dijminê gelê kurd e.
Îdîaya pêşerojê di ser hişmendiya dîrokê de tê honandin. Ev bûyera ku weke lekeyeke reş derbasî dîroka kurd bû ne bûyereke ku ser bê girtin, rexneya û rexnedana wê neyê dayîn û bê derbaskirin nîn e. Divê bê zanîn ku hevgirtin û pişgiriya nav kurdan tevî qetlîamên nehatine ronîkirin û hesabê wan nehatine dayîn wê neyên pêkanîn. Gulan, yek jî bi vî aliyê xwe şopên divê li dîrokê bên nivîsandin û li meşa azadiyê bê nexşandin dihewîne.
DENÎZ, HÛSEYÎN Û YÛSÛF…
PKK ji nav tevgera demokrasiyê ya şoreşger a Tirkiyeyê ya ku di navbera 1970 û 80’yan de gihîşt lûtkeyê weke tevgereke sosyalîst a girêdayî kevneşopiya Marksîst derketiye. Bi tevgera demokrasiyê ya şoreşger a Tirkiyeyê re di nav lêgerîna bihevrebûna wekhev û li ser esasên azadiyê de bûye û ji têkoşîna gelên din re her tim hestiyar bûye. Di meha Gulanê de ji rêberên tevgera şoreşger a Tirkiyeyê Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Huseyîn Înan li sêdarê, Îbrahîm Kaypkakkaya di zîndana Amedê de bi îşkeceyê, Sînan Cemgîl, Alpaslan Ozdogan û Kadîr Manga li çiyayên Nûrhaqê di şer de qetilkirinên wan her tim weke hiceta berxwedan û jiyanê fêm kiriye, viya yek ji berpirsiyariyên herî bingehîn a milîtaniya xwe zanibûye.
Ev rêberên mêrxas ên tevgera ciwanên şoreşger ên Tirkiyeyê ji ba Rêbertiya me girtine û birine sêdarê. Girêdana bi bîranîna wan re bûye yek ji rêgezên herî bi bandor ê derketina me ya rêbertî. Rêbertiya me, di her salvegera dardekirina van kesayetên mêrxas de bi nirxandinên berfireh xwedî lê derketiye, bîranîna wan bi anoreke mezin weke spartekên dîrokî yên PKK’ê pênase kiriye. Nirxên ku di wan de temsîla xwe dibînin di milîtaniya PKK’ê de jiyankirinê weke erk girtiye dest, têkiliya di navbera gelên tirk û kurd de li ser esasên nirxên ku di wan de temsîliyeta xwe dibînin pêkanîna wan, weke armanc daniye.
Ew mirovên ji rêzê nîn bûn. Li ser erdnîgariya ku lê bûn, dema ku bi derfetên xwe yên bi sînor tên nirxandin mirov dê bi rihetî bibîne ku şervanên mezin ên azadî, wekhevî û serxwebûnê ne. Bi derfetên heta bibêjî sînordar, bi azweriyeke mezin xwedî li nirxên azadiyê derketin. Amator, lê bi xwe fedakirinê tam Rojhilata Navînî bûn ew. Tevî ku ji sosyalîzmê bandor bûn jî bi hemû îsyankariya pêla 68’an ve tije bûn û her tim bi guman nêzî hilbijêrkên dewletparêz bûne. Ji ber vê yekê her tim rexnedar bûn û her tim li dijî bê şert piştgiriya sosyalîzmê helwest girtin. Ji ber vê yekê ye ku bi sînor be jî û bi 12’ê îlonê re tasfiyeyeke mezin bijîn jî sosyalîzm yekem car li ser axa Rojhilata Navîn bi wan re bû aydî gel. Komparêzî û berjewendiyên teng tu carî rêya xwe ber bi warê wan nexistin. Yekîtî û piştgiriyê weke rêgeza herî bingehîn a sosyalîzmê heta dema dawî ya jiyana xwe parastin. Radîkalîzma şoreşger di wan de temsîliyeta xwe dît. Bihevrebûna azad û wekhev a di nav gelên me de dema ku çûn sêdarê jî qîr kirin. Bi dijyekdestdariya hevgirtî, bi kesayeta xwe ya aştîxwaz a rast û bi girêdana xwe ya bi demokrasiyê re, rêgezên yekîtiya di navbera gelên me de danîn holê. Ev her sê rêgezên ku di çalakî û kesayeta wan de temsîliyeta xwe didîtin îro jî esasên têkoşîna yekîtî û piştgiriya di navbera gelên me de pêk tînin.
PKK, ne tenê bûye barhilgirê heta roja me yê nirxên ku tevgera şoreşger a Tirkiyeyê ya ku bi derbeya 12’ê îlonê derbeyeke mezin girtiye, van nirxan mezin kiriye, pratîk kiriye û zanibûye di civakîbûna nû ya gelê kurd de veguherîne çanda jiyanê. Bi vî aliyê xwe, hêza temsîlê ya herî mezin a nirxên çi di 1’ê Gulanê te temsîla xwe dibîne, çi jî nirxên ku tevgera demokrasiyê ya şoreşger a Tirkiyeyê derxistiye holê ye. Ne tenê hêza temsîlê jî, sparteka herî mezin a dînamîkên demokrasiya Tirkiyeyê ye. Orhan Yilmazkaya, di kevneşopiya berxwedanê ya ewladên mêrxas ên gelê tirk ê ku viya dîbîne û dixwaze heqê wê bidê ye de xeleka dawîn e.
SÛÎQESTA MEZIN
Di 1996’an de, di mala çîftlikê ya nêzî Şamê de, dema hewldana sûîqesta bi bombeyî ya li hember Rêbertiya me, bi qasî ku wê ne li hev hatinek be îşaretî hilbijêrkeke bi zanebûn dikir: 6’ê gulanê…
Hêzên dijmin, mîrasa dîrokî ya ku PKK’ê xwe spartiyê baş dizanibû. Demara berxwedanê ya ku lingê wê yê Tirkiyeyê bi derbeya 12’ê îlona 1980’yan hate tasfiyekirin, dihat xwestin ku lingê wê yê Kurdistanê bê şikandin. Di vê êrîşê de hemû hêzên paşverû yên herêmî û navneteweyî cî digirtin. Wekî ku ev nebes be hevkarîkarên kurd jî xistibûn dewrê. Tevgera Azadiyê ya Kurd ku dihat xwestin di şexsê Rêbertiya me bê qedandin, dîroka 6’ê gulanê ya ku Denîz û hevalên xwe hatibûn dardakirin hatibû hilbijartin.
Ger kevneşopiya berxwedanê ya ku di PKK’ê de berdewam dibe neyê hilweşandin, tirsa ku wê ev, zû an jî dereng wê demara berxwedanê ya ku li Tirkiyeyê hatiye qutkirin jî vejîn bike û rake ser piyan, bi qasî di wê pêvajoyê de roja me jî tirsa herî mezin a paşverûtiya Tirkiyeyê pêk tîne. Bi rastî jî îro negihandina Tevgera Azadiyê ya Kurd û dînamîkên demokrasiyê yên Tirkiyeyê yek ji karên girîng ên dewletê û hêzên desthilatdariyê ye. Divê mirov destnîşan bike ku heta roja me, ji bo vê têkoşîneke dijwar dane û di asteke girîng de jî bi ser ketine. Di pêvajoya ku em ketinê de bi dînamîkên demokrasiyê yên Tirkiyeyê re rast têkilî danîn, hez dayîn, rakirina ser piyan û ji bo bibin xwedî îrade tevkarî dayîn, bi qasî divêtiya girêdana rast a bi bîranîna Denîzan re, ji bo têkoşîna demokrasiyê ya gelên me ber bi serkeftinê ve biçe jî kar û erkekî bingehîn e.
Di şertên têkçûn, çavtirsandin û teslîmiyetê ya ku bi hilweşandina sosyalîzma pêkhatî ya ku di 90’î de dest pê kir de PKK, weke abîdeya anorê ya gelên kedkar ên dinyayê ye. Bi nêzikahiya xwe ya afirîner, serbixwe, berxwedêr û azadîxwaz, çemê mezin dibe yê sosyalîzma demokratîk ê ku ne dewletparêz e. Ji 1977’an û vir ve, tevî hemû çewisandinên li ser, dorgirtin û hewldanên komployê , bi şîara; “Di sosyalîzmê de israr di mirovbûnê de israr e!” xwedî têkoşîneke bê navber û pira herî zexm a di navbera pêşeroj û kevneşopiyê ye.
Di nav hêzên azadî û demokrasiyê yên dinyayê yên ku li ser navê nûbûn û xwe dana hev de ketine nav pêşketinê, yê ku Marksîzmê û şîroveya wî ya rizgarîxwaziya neteweyî herî baş xwendiye PKK bûye. Di pêşengtiya partiyê ya 34 salan de, tek tevger e ku her tim nû dibe, mezin dibe, hevsengiya gerdûnî û herêmî di xweseriya xwe de herî zêde li ber çav digire û li ser vî esasî bênavber li ber xwe dide.
Di lêgerîna paradîgmaya nû ya ku bi 1993’yan dest pê kir de asta ku îro gihayê di wesfeke ku hêzên demokrasiyê yên dinyayê ronî bike de ye. Bi şîroveya nû ya ku ji mijarên mîna sosyalîzma dewletparêz û ji yên jê re çavkanî ne; weke rêbaz, dîrok, civak, dewlet, netewe, mafê tayînkirina çarenûsa xwe ya neteweyan, jin, çîn, aborî, şoreş û şoreşgerî, şaristanî û modernîteyê re aniye re, rêxistinbûna partiyê û rastiya Rêbertî ji her demî zêdetir rengekî gerdûnî girtiye û bi vê taybetiya xwe bi qasî pirsgirêka kurd sînorên herêma me Rojhilata Navîn jî derbas kiriye.
PKK’ya ku ji kevneşopiya Marksîst tê bi asta xwe ya nû ya ku gihîştiyê li ser bingehê rexneyên girîng Marksîzmê derbas kiriye. Înkar nekiriye, derbas kiriye. Ev xaleke veqetînê ya girîng e. Di nûkirin û berdewamkirina kevneşopiya tekoşîna sosyalîst a ku ji salên 90’an û vir ve qut bûye de ew hêza têkoşînê ya herî zêde balkêş e.
Li gel van taybetiyên xwe, ji ber ku Rojhilata Navînî ye, sosyalîzmê nû û rojane dike, vediguherîne stratejiya têkoşîna nû ya kedkaran a ji modernîteyê re alternatîf e, dîsa viya li çanda gelê kurd a ku pêvajoya neteweyîbûnê dijî vedigerîne, PKK’ê aniye rewşa tevgereke herî guncaw a mîsyona pêşengtiya têkoşîna Sosyalîzma Demokratîk. Gelê kurd, di rewşa gelê bi gavên ku wê di pêşengtiya PKK’ê û Rêber Apo de bavêje Rojhilata Navîn û bi rêya Rojhilata Navîn dinyayê herî mezin bandor bike de ye. Bi qasî êrîşkariya zêde ya sîstema di pêşengiya DYE’ê de, li piştperdeya tifaqa paşverûtiya herêmî ya ku bi ser PKK’ê ve diçe tirsa ji viya tê heye.
Gulan, li ser vî esasî watedar bê kirin, gelê kurd, di salên dahatûyê de wê bi mirovahiya kedkar a Tirkiye, herêm û dinyayê re hişmendiya têkoşîn, yekîtî û piştgiriyê hîn ji kûr ve hîs bike, zêdetir lê xwedî derkeve û pêşve bibe, mirov dikare bi rihetî bibêje ku bi qasî rengên xwe yên xweser wê rengên Rojhilata Navîn zêdetir tevlî têkoşîna demokrasiyê ya dinyayê bike.
Temsîlkirina nirxên ku gulan sembolîze dike, aydî gel kirin û ber bi serfiraziyê ve birin bi zanîna rast a dîrokê û rast bersiv dayîna pirsa em bi kîjan nirxên dîrokî ve girêdayîne re mimkun e.
Bûyîna rêhevalên rast ên şehîdan û Rêbertiyê, neteweyîbûna demokratîk a gelê me, li ser esasên van nirxan pêşxistin, milîtantiya xwe li ser vî bingehî destgirtin û şêweyê berxwedanê yê ku wê Serdema 4. bi me bide qezenckirin ji her demê zêdetir diyarker e.
Her wiha em dibêjin; nirxên ku Gulan sembolîze dike, nirxên ku wê me bigihînin azadiyê ne û li hember bîranîna wan em soza xwe ya serfirazî û serkeftinê nû dikin…”
Erdal ERGÎN