STENBOL – Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) li ser îtîraza AKP’ê ya awarte, îro li hev kom bû û biryar da ku hilbijartina Stenbolê ji nûve pêk bê û bê nûkirin. Piştî vê biryarê bi sedan kes li navçeyên Stenbolê daketin qadan û çalakiyên protestoyî pêk anîn.
Li gelek navçeyan meş bi slogana “Li dijî faşîzmê mil bil mil” û bi çalakiyên deng derxistine daketin qadan.