ÎZMÎR – Meclisa Ciwanên HDP’ê ya Îzmîrê li zanîngeha 9’ê Îlonê (9 Eylül) li xwaringeha wê çalakî lidarxist û ji bo bal kişandina li ser rojiyên mirinê û grevên birçîbûnê banga hestewariyê kir. Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan dabû destpêkirin di roja 181’an de berdewam dike. Girtiyên bi heman armancê li girtîgehan ketin grevê, çalakiya xwe derbasî astek din kirin û di 30’ê Nîsanê de çalakiya rojiya mirinê dan destpêkirin.
Ciwanan ev bangawazî kir: “Ji bo şikandina tecrîdê em wek Ciwanên Meclsia HDP’ê di nava çalakiyan de ne. Wûn jî li beramberî rojiyên mirine û grevên birçîbûnê bêdeng nemînin.”. Ciwanan bi sloganên “Bijî Berxwedana Zindanan” çalakiya xwe bi dawî kir.