“Ev çend roj e, li bajarên Tirkiye û bakurê Kurdistanê li kolanan dayik tên derbkirin, kașkirin, tên lêdan û binçavkirin. Pêşî li ber girtîgeha Gebzeyê polîsek ku cilê dewleta xwe ya dagirker li xwe kiribû ku ew bixwe ne însanek wek mahluqatek gemar bû, çend dayikên kurd dabûn pêşiya xwe û wan davdida û li wan dixist. Polîs wek dagirkerek bê dîn û bê îman, wek zindiyê ku hêj ne bûbû mirov tevdigeriya. Lê dayikên kurd bi rehm, bi hest, bi rûmet, bi heybet dimeşiyan û dersa mirovahiyê dida hem polîs, hem xwediyê wî polîsî û hem jî dewleta wî.
Li Amedê ku dayikek temenê xwe mezin bû, çend polîsên dagirker wek hovan, dayik ji erdê re kaş kirin û xistin bin çavan. Dîsa dayikek ku ji ber îxtiyarbûnê nikaribû bi rêve biçe milê wê yê pîroz ji aliyê asenayan ve dihat badan û îşkence dikirin. Hele hele ew dayika ku li ser betonê rûniştibû û ew polîsa ne jin li dijî jiyanê hatiye dinê, wek gurê har dizuriya û êrîşê dayik dikir, wek dîmenek ku dîmena dagirkeriya herî bêrûmet bû, ket nav hafiza hemû mirovahiyê.
Mirov dikare çend dersan ji van dîmenan bigire û li ser kûr û dûr bifikire. Tenê ne fîkrî, li gor wî tevbigere. A yekemîn ev hovîtî dide xuyakirin ku dagirkeriya tirk li Kurdistanê dagirkeriya her xedar û li dij mirovahiyê ye. Di hemû ol, mezhep û netewan de, dayik û jinên temenê wan mezin pîroz in. Dema mirov wan dibîne hurmet û rêz dide wan û destên wan tê maçkirin. Lê polîsên dewleta tirk ku ji mirovahiyê para xwe negirtine, li dayikên îxtiyar û bê parastin îşkence dike. Di dîroka mirovahiyê de tu hêzên barbar ev yek nekiriye.
A duyemîn, xwestek û daxwazê dayikan însanî û demokratîk in. Ji bo vî mafê demokratîk û însanî dimeşîn û çalakiyan pêk tînin. Di çalakiya xwe de pir bi bîrayar in, bi îsrar û wêrek in. Natirsin û paşve gavan navêjin. Dersên mirovahiyê didin hemû kesan. Dijminan ditirsînin û dostan jî dawetê berxwedanê dikin. Ji ber ku ew dayikên berxwedanê ne. Ew dayik berxwedêran anîne dinê. Ew dayikê gelek leheng û pakrawanane. Ew xwedî çanda kevneşopiya bi hezar salan in. Ew xwedavendên Mezopotamyayê ne.
Dewleta tirk ji xwêdana van dayikan ditirse. Dewleta tirk ji berxwedana zarokên van dayikan ditirse. Ji ber vê yekê wek gûran êrîş dike. Lê tirs feyde nake êdî. Wê xwediyê vê zordariyê têk biçin û li ber mirinê ne. Wê ev pergala faşîst di bin nifirên van dayikan û xezeba zarokên van dayikan de bifetise.”
ÇAVKANÎ: e-rojname – Ercan Sezgîn