EDENE – Li Edene li navçeya Seyhanê Yekîneyên Tolhildana Şehîd Rezan Erzurum li dijî êrîşên polîsên dagirker ku li hemberî dayikên ku daketin kolanan ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan şermezar bikin û piştgiriya berxwedanên zindanan bikin pankartekê daliqandina û çalakiya nivîsan pêk anîn.
Yekîneyên Tolhildanê peyama berdewamiya çalakiyên xwe da û pankarta bi nivîsa “Em ê destên ku dirêjî Gel û Dayikên me dibin bişkînin” daliqandin û çalakiya nivîsa pêk anîn. Li herêma Şakirpaşa li kolanên Ova û Uçak li ser dîwaran nivîsên wek “Bijî Berxwedana Zindanan”,”Serkeftin bi Şoreşê ve girêdayî ye” û “PKK” hatin nivîsandin.