NAVENDA NÛÇEYAN – DKP/BOG ku 9 heta 16’ê Gulanê weke ‘Hefteya Nemiran’ îlan kir ragihand, “dîroka şerê çînê ku hesreta komun a şervanên bênav ên destpêkê yên li dijî newekhevî, needalet û zilmê serî hildan veguherand têkoşîna şoreş û sosyalîzmê, dîroka nifşê feda ye.”
DKP/BOG’ê destnîşan kir ku ev dîrok dîroka biryardarî, wêrekî û baweriya bi serketinê ye û diyar kir, “Avabûna partiya me li qadên şerê germ û bicihkirina xwe li nava vî şerî nîşan dide ku di dîroka şerê çînê de temsîliyeta çi dike.”
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Bîranîna nemiran, bi mezinkirina şerê şoreşgerî yê yekbûyî, xwedîderketina li nemiran û têkbirina faşîzmê li çiyê û bendan dibe.”
Di daxuyaniyê de pêşengê destpêkê yê partiya wan Bedrettîn Akdenîz (Ekîn Înce Mehmed-Sûphî Şoreş) ê li Kobanê şehîd bû, Mahîr Arpaçay (Tamer Arda), Azîz Guler (Rasîh Kûrtûlûş), Eylem Ataş (Cemre Heval), Mûzaffer Kandemîr (Dogan Kirefe), Ozge Balî (Îdîl Guler), Cenk Kilagoz (Comert Nazîf Efe), Yûsûfbaş Akay (Cîhan Efe), Asiye Ozlahlan (Zahîde Rosa Sûk), Îbrahîm Tûfan Eroglûer (Hasan Alî), Huseyîn Cem Ozdemîr (bayram Alî Akdenîz), Gorkem Tûgal (Nûrhak Cem), Goşhan Taşyakan (Ûlaş Adali) û Bariş Mûstafa Kalafat (Mehmet Alî Kasirga) hatin bîranîn.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Ji pêşengên şoreşger ên Tirkiyeyê û pêşengê pêngavî yê partiya me Ûlaş Bayraktaroglû (Mehmet Kûrnaz) ji Kobanê heta Serêkaniyê û Reqayê li her eniyê şer kir û fermandarî kir, li navenda DAÎŞ’ê serketin afirand, ji Tekelê heta IMF’ê, ji berxwedana li dijî NATO’ê heta Geziyê li her deverê li pêş têkoşiya û xet, rêbaza kadro, pêşengiya şervan û şoreşgerî ya partiya me afirand.
Jiyana şoreşgerî ya nemirên me, mifteya şoreşê ya şervan û partiya me ye. Soza ku me daye çîna karker, gelên bindest, nemirên me û malbatên wan Serketin e. Em ê li ser şopa nemiran bimeşin û teqez bi ser bikevin.”