AMED – Di rûniştina doza Çawîşê Pispor S.K ku di 14’ê hezîrana 2017’an de li navçeya Licê ya Amedê li ser kolana Mumîn Aga ya ku ji trafîkê re girtîbû, bi maşîneya zirxî Pakîze Hazar a 85 salî pelçiqand, biryar derket. Destpêkê Dadgeha Cezayê ya Asliye ya Licê sal û 8 meh ceza li bersûc S.K birîbû. Paşê 7’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê vî cezayî xera kir. Dadgehê tene salekê cezayê bersûc S.K zêde kir 3 sal ceza lê birî. Dadgerê dozê rayeya xwe ya parzinandinê bi kar anî û bandora ceza ya li ser paşeroja bersûc li ber çavan girt û cezayê wî ji 3 salan daxist 2 sal û 6 mehan.
‘QEZA NÎNEİ CÎNAYET E’
Kurê Hazar Veysî Hazar ku tevlî rûniştina dozê bû diyar kir ku bûyer ne qeza û cinayet e û xwest ji ber sûcê cînayetê ceza li bersûc bê birîn. Parêzerê malbatê Serdar Yel jî di rûniştinê de destnîşan kir ku ew difikirin ku qeza bi zanebûn hatiye kirin û ev tişt got: “Em daxwaz dikin ku renge qezayê li ber çavan bê girtin û bi awayekî herî giran ceza li bersûc bê birîn.”
JI DADGER DAXISTINA PARZINANDINÊ
Dadger jî biryar da ku hatiye fêmkirin bersûc sûcê ‘bi texsîr bûye sedema mirinê’ kiriye û rengê pêkanîna sûc û taybetmendiyên bûyerê li ber çav girt û li gorî Xala 85/2 a hejmara 5237’an a TCK’ê bi parzinandinê 3 sal ceza li bersûc bê birîn. Dadger bi nagaşta ku dê ceza bandor li paşeroja bersûc bike cezayê wî ji 3 salan daxist 2 sal û 6 mehan. Her wiha dadger ji ber ku qûralên trafîkê bin pê kiriye û “sûcê parzinandinê” kiriye biryar da ku ji bo 6 mehan ehliyeta bersûc bê desteserkirin.
ÇI BÛBÛ?
Pakîze Hazar a 85 salî di 14’ê hezîrana 2017’an de li navçeya Licê ya Amedê dema ku xwestibû ji bo girtina mûçeyê xwe biçe Şaxa PTT’ê ya li ser kolana Mumîn Aga ya ku ji trafîkê re girtî, maşîneya zirxî lê qelibîbû û jiyana xwe ji dest dabû. Piştî berteka zêde ya raya giştî bersûc Çawîşê Pispor S.K hatibû girtin û piştî îfade dayînê hatibû berdan. Di rapora ku ji aliyê Fermandariya Cendirmeyan a Licê ve hatibû amade kirin de bersûc S.K “bê kêmasî” û Hazar jî bi hinceta ku baldar tevnegeriyaye “bi kêmasî” hatibû dîtin. Li ser îttîraza malbata Hazar di rapora ku ji aliyê Daîreya Trafîkê ya Pispor a Saziya Edlî ya Enqerê hatibû amadekirin de bersûc S.K ji sedî sed bi kêmasî hatibû dîtin.