QAMIŞLO – Yekitiya Jinen Ciwan (YJC) û Tevgera Ciwanên Şoreşger li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û ji bo bilindkirina berxwedanên rojiyên mirinê û grevên birçîbûnê molotofan avêt dîwarê dewleta dagirker a tirk ku Rojava û Bakurê Kurdistan ji hev qutkiriye. Dewleta tirk a dagirker piştî çalakiyê bi reşandina guleyan û avêtina bombeyan êrîşî ciwanan kir û 2 ciwanan bîrîndar kir.
Piştî ciwanan çalakiya xwe pêk anîn, dewleta tirk a dagirker bi reşandina guleyan û avêtina bombeyan 2 ciwanên kurdistanî bîrîndar kir. Tê gotin ku rewşa ciwanekî ku bîrîndar bû giran e. Ciwanên ku di êrîşa dagirkeran de bîrîndar bûnê rakirine nexweşxaneyê.