“Ji avakirina tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê virde Tirkiye bêtir bi lez serserkî ber bi kendal diherike. Her çiqas Erdogan û çeteyê wî bi gef û êrîşa li Rojava dike, li welat êrîşê Dayîkê Aştiyê dike, bi zordestiya li ser demokrasiyê ve dixwaze xwe ji vê krîza heyî derxe jî ev kirinên dike wî û Tirkiyê hîn bi lez ber bi tunebûnê dibe. Kursiyê îktîdarê, bi hilbijartina 31’ê Adarê û greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Leyla Guvenê ve derbeyek mezin girt û hej pê ket, li Tirkiyê li gel krîza siyasî krîza aborî jî kûr bû û di nav aboriya cîhanê de qîmet wenda kir. Roj tine ku biha giranî neyê li ser xwarinekî, enflasyon zêde nebe, hejmara birçîbûnî û xezaniyê zêde nebe. Hejmara ku di enflasyonê de zêde dibe bi deh cara enflasyona maşa zêde dibe derdikeve pêşiya me.
Di vê pêvajoya ku dolar dem dem zêde dibe de êdî tê xuya ku kesên feqîr ji ber xizanî û birçîbûnê êdî li kuçeyan dijîn, xwe dikujin û agir berdidin laşê xwe. Ev krîza herî zêde xwe xwarinê bingeh de nîşan dide, îktîdar û derdorê wan di nav jiyanek luks dijîn û guhê xwe li her tiştî girtine jiyana xwe didomînin.
Li Tirkiyê krîza aborî roj bi roj hin kûr dibe. Li hember vê Rojava Kurdistanê û Bakûrê Sûriyê ya ku Tirkiye û Serokê wê faşîst her roj gefa lê dike, erzanîyek mezin û bandora Konfederalizma Demokratîk a aborî tê jiyan kirin. Civak di her milê kar de bi hevre dixebite û mehsûlê tên hilberandin bi bihayê pir erzan digihêje gel. Ev hemû di nav rastiya şer de û li ser de jî di bin ambargoyê de tên jiyan kirin. Ger hewcebike ku mirov bi çend mînaka ve mijarê diyar bike di nav van mehsûlan de ya sereke pîvaz e ji xwe demeke pir dirêj di rojeva Tirkiyê de jî cih girtibû. Li Tirkiyê bihayê pîvazê teqrîbî navbera 7-11 TL de ye. Li Rojavayê Kurdistanê jî bi pereyê Tirkiyê tê 30 qurişî. Dîsa ji bo fringiya jî em dikarin heman minakê bidin. Li Rojavayê Kurdistanê ev zerzevata 30-35 qurişî ye, li Tirkiyê jî herî erzan 10-15 qatî fiyetê tê firotin. Dema mirov ji bo hilberandina xwecihî ax a berdar û rewşa hewayê difikire li Tirkiyê derfeta hilberandina van mehsula zêdetir e. Lê li Rojavayê Kurdistanê dehan qat erzantir gel dikare hemû zerzevata bistîne. Sedema wê ya herî esas tinebûna AVM, marketê mezin in û li bihayan de bi aliyê rêveberiya Xweseriya Demokratîk tên diyar kirin û kêm dest diguherin ji ber wê erzan digihêje gel. Dîsa belaşbûna av û ceyranê û tinebûna bacê jî sedema erzaniya zerzevata ye. Ev tişt ji bo hemû penaberên li Rojavayê Kurdistanê dijîn jî derbasdar e.
Li gorî şert û mercên Tirkiyê pir erzan e û ji ber ku welatê neftê ye li Rojavayê Kurdistanê bihayê mazot û benzînê jî li gorî Tirkiyê qat bi qat erzantir digihêje gel. Di zivistanê de ji bo şewatê mazot belaş tê dayîn. Ji bo wesayîta jî pereyekî pir kêm tê firotin. Li gel ambargoya derxistina neftê jî li Tirkiyê bihayê benzînê di navbera 5-7.5 TL tê firotin lê li Rojavayê Kurdistanê 35-40 qurişî tê firotin. Ger gotin bi cih de be ev axa ku bi berxwedanê ve hatiye destxistin de bihayê petrolê ji avê erzantir digihêje gel.
Ev mînakan hemû û krîza aborî û siyasî ya ku Tirkiye ketiyê de tenê rêya xilasbûnê dagirkirina Rojavayê Kurdistanêde dibîne ji ber wê dixwaze Rojavayê Kurdistanê dagir bike. Me ev bi zelalî dagirkirina Efrînê de dît. Zeytûnê ku ji Efrînê dihat hilbirandin firotin Îspanya û gelek welatê din. Bi jiyana xwe ya bi wurşedar û politikayên xelet ve ziyan gihandin aboriya xwe. Tifaqa AKP-MHP’ê ya faşîst xilasiya xwe di dagirkirina Rojava de dibîne ger xilas nebin jî plana demekî dîsa li jiyanê mayînê dihesibînin. Hêj tenê bi dagirkirinê ve na bi navberiya dewletên din ve hewldana bazirganiya sînor kirina wan jî tê zanîn. Lê em dikarin bibêjin di vê rewşa dagirkirina Efrînê û berxwedanê de rêveberiya xweseriya Rojavayê Kurdistanê de ev tişt hate red kirin.
Dewleta Tirk a dagirker ya li gorî şert û mercên krîzê nikare zêde li berxwebide bila gef û ambargoyê xwe bidomîne, şertê jiyana Rojavayê Kurdistanê xweşikiya şoreşa Konfederalizma Demokratîk her roj zêde tê tercîh kirin û wek mînak tê girtin û pêkan e ku mirov bibêje qîmet qezenc kirî ye.”
Hamza MUNZUR