Jinên Xwendekar ên Kurdistan (JXK) Frankfurt li 9’ê Gulanê bi asêkirina pankartan bal dikşîne li ser gireva birçîbûnê.
FRANKFURT a.M – JXK Frankfurt dibêje “Em vê bêdengî nikarin qebûl bikin“, û li ser vê esasî îro li 9ê meha Gulanê li zaningeha Frankfurtê (Elmanya) pankartan asê kirin û bi xwendekaran re axivîn. Di axaftina bi xwendekaran re aktivîstên JXK qala tecrîda li ser Rêber APO, greva birçîbûnê û rojiya mirinê kirin. Jinên ciwan etîketa (hashtag) “KurdsOnHungerstrike“ (Kurd di greva birçîbûnê de ne) jî li ser diwarekî zaliqandin.
JXK Frankfurt sedema çalakiyê binxet dikin: “Rêber APO temsiliyeta civaka demokratîk û pêşketî ye. Ji bo çareserkirina pirsgireka Kurd jî rola kilît dilîze. Bi dîlgirtina Rêber APO û tecrîdê xwesten Tevgera Azadî û fikrên Rêber APO hilweşînin.
Aniha ji bo ku ew tecrîd bê şikenandin 7000 heval di greva birçîbûnê de ne. 15 heval jî di rojiya mirinê de ne. Em wek JXK nikarin bêdengiya rêxistinên mafên mirovan qebûl bikin. Em bang dikin ku hemû xwendekar bibin dengekî ji bo hevalên greva birçîbûnê û rojiya mirinê.“