NAVENDA NÛÇEYAN – 7000 kes li greva birçîbûnê de ne, ji sibê şun ve wê gruba duyem ya rojiya mirinê tevlî berxwedanê bibe û wê 30 kes di çalakiya rojiya mirinê de bin. Ji bo ku tecrîda li ser Rêberê Gelan Öcalan bê şikenandin aniha berxwedanekî bêhempa tê meşandin. Tevgera jinên ciwanên Kurd ên Ewrûpa, Jinên Ciwan ên Azad (JCA), dixwaze bi dîmenekî pêvajoya ku em tê de dijîn bîne ber çavên tameşevanan. Berxwedana dayikan jî di dîmenê de dîsa eşkere dibe.
Di dîmenê de jinên ciwan bi teybetî bal dikşînin li ser gotinên heval Ardıl Çeşme ya “Em pir baş dizanin ku îro ev tecrîd neye şikandin em ti carî nikarin êdî encam bigirin ji bo gelê me. Yan em ê serbikevin yan em ê serbikevin. Birastî jî pêwîstiya gotinan tine ye. Êdî pêwîstî pêwîstiya çalakiyê ye.“ Ardıl Çeşme ji 25 salan ve li zindanê ye. Li 1’ê Adarê dest bi greva birçîbûnê kiribû û li 30’ê mehê bi 14 girtiyên din dest bi çalakiya rojiya mirinê kir.