NAVENDA NÛÇEYAN – Çalakiyên grevên birçîbûnê yên bi armanca şakndina tecrîdê li zindanan û gelek deverên cîhanê bi mehane didomin.
Çalakiya ku li bajarê Strasbourg ê Fransayê bi dirûşmeya “Em tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin Kurdistanê azad bikin” 17’ê Kanûna 2018’an destpê kirî, di roja xwe ya 144’an de bi biryardarî didome.
Berxwedêr, diyar dikin bibiryar in ku heta tecrîd bê şkandin, wê çalakiya xwe bidomînin.
Li gelek welatên Ewropayê gel, diçe serdana çalakgerên li Strasbourgê.
Roja Pênçşemê Komîteya PYD’ê ya Elmanyayê çû serdana berxwedêran.
Xebat Şakir ê endamê Komîteya PYD’ê yê Elmanyayê, piştî hevdîtinê daxuyanî da û diyar kir ev berxwedana çalakgeran, berxwdaneke dîrokî ye û vîna azad a gelê Kurd temsîl dike. Şakir, diyar kir ku ne piştevan, parçeyek vê berxwedanê ne.
Şakir, anî ziman ku şkandina tecrîdê deynê stûyê hemû Kurdan e û ev jî ancax bi berxwedan û têkoşîna tevahî pêk were.