NAVNDA NÛÇEYAN – Girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê di 8’ê Adarê de bi daxuyaniyeke nivîskî ragihandibûn ku li girtîgehan piştî koma ewil a çalakgerên rojiya mirinê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, dê di 10’ê Gulanê de 15 girtiyên din jî tevlî çalakiya rojiya mirinê bibin.
Navê 15 girtiyên koma duyemîn ên îro dest bi rojiya mirinê kirin, wihane:
Li Girtîgeha Kandarayê; Yaşar Cîbaş, Mûhammed Înal, Diyadin Akdemîr, Engîn Kahraman. Li Girtîgeha Tîpa F ya Boluyê; Îbrahîm Dogan, Ahmet Emîn Eren, Mûstefa Taşan. Li Girtîgeha Patnosê; Sena Efe, Bûrhan Şik, Faysel Atak, Şefîk Kayhan. Li Girtîgeha Tekîrdag a Hejmara 1; Reşad Ozdîl. Li Girtîgeha Tekîrdag Hejmar 2; Zekî Bayhan, Yilmaz Yildiz. Li Girtîgeha Ewlehiya bilind a Wanê; Saît Ozturk.