“Faşîzma Erdogan û Bahçelî, roj bi roj diheje û ber bi jêr ve, ber bi hilweşandinê ve diçe. Hem ji hundir ve û hem ji derve ve derbeyan dixwe û di bin bandorên giran de tengav dibe.
Di nava welat de, hem ji gerîlayan ve derbeyên bi bondor dixwe û hem jî bi derbeya ku ji hilbijartinên xwecih xwariye birîndar e û sergêjiya wan girantir dibe. Her wiha li Rojava, derbeyên giran ji aliyê HSD’ê ve dixwe û di heman demê de navbera wan û “dostên” wan Rûsyayê jî ber bi xerabûnê ve diçe.
Li derveyî welat, hevalbend û “dostên” wan DYA û YA’yê jî wan rehet bernade. Bêguman dixwaze li gorî berjewendên wan tevbigere û li Rojhilata Navîn zemînê ji planên wan re xweş bike, ne ji bo xwe biçe gel Rûsya, Îran û hwd.
Ew çûyîna Bexda û Erbîlê ya Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Çavuşoglu ya berî hefteyekê û hema li pey wî û ji nişka ve çûna Bexdayê ya Wezîrê Derve yê Amerîkayê Pompeo, ne seferên asayî bûn. Weke tê zanîn ji demek dirêj ve ye ku Amerîka û hevalbendên xwe, ji bo destwerdana Îranê dixebitin û niha ev karê xwe bi leztir kirine.
Bi van ve girêdayî, ew biryara Amerîkayê ya ji bo têkiliyên aborî û bazirganî ji Îranê werin birîn, di 2’yê vê mehê de li ser Tirkiyeyê jî hat ferzkirin. Li gel Îranê Tirkiye jî gelek zerar ji vê biryarê dibîne. Heman Çavuşoglu, li dijberî Amerîkayê xwe gelek li bada û fort û qebedayîtî kir lê bê guman bi kêr nehat û ji neçarî “weke berxika” li ber mîrê xwe hate rayê!
Vê gavê dost û hevalên wan jî, tu kes nema ku biçin hewara xwe bigihîne wan û alikariyê jê bixwazin! Ji bilî Rêveberiya Başûr. Ew jî encex destên xwe bidin ser serê xwe û bi zor û zehmetî karibin desthilatiya xwe biparêzin. Halê Rûsya û Îranê jî li ber çavan e. Ew jî ketine derdê parastina berjewendên dewletên xwe. Lewma dewleta Receb û Devlet, li Idlibê û li wan herêmên ku dagirkirine, bi giştî ketiye nava alozî û qeyranek giran. Hem di nava bazara Rûsya û DYA’yê de û hem ji ber îradeya berxwedêr a gel û têkoşîna HSD’ê, ketiye nava neçariyek û derdek bê derman.
Ji aliyê din ve di qonaxa dawiyê ya hilbijartinên herêmî de, li Stenbolê jî derbeyêk giran xwar. Niha bi hezar hîlebazî û kotekî biryara ji nû ve hilbijartinê wergirtin û 23’yê Hezîranê de diçin hilbijartinên Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê.
Vê carê ji carên berê bêhtir ketine nava neçariyê. Ne bi tenê AKP’ê, her wiha CHP’ê jî vê carê gelek neçar e. Ji aliyê din ve, vê carê dîsa HDP, kilît e û rola sereke di destê wê de ye.
Vê carê ji carên berê zêdetir rola HDP’ê derketiyê pêş. Ji ber ku hîn pirtir û aşkeratir her du alî jî hewcedarên dengên kurd-HDP’ê ne. Carên berê, ji tirsa hevdu eniyan (cumhur û millet) jî newêrîbûn aşkera xwe li cem HDP’ê bidana diyarkirin. Lê vê carê destê HDP’ê hîn xurtir bûye û dikare wan, fermî hewceyî hevkariya xwe ya fermî bike.
Heta tê gotin ku AKP’ê, ji bo kurdan bixapîne û dengên wan bigire, rakirina qedexeya li ser çûyîna Îmraliyê rakir. Lewma 2 parêzerên Rêber Apo çûn Îmraliyê. Lê hem çalakgerên birçîbûnê û hem jî Tevgera Azadiyê, neketin xefika vî tektîkê Receb û bersivên bi rûmet dan. Gotin “heta tecrîd bi tevayî ranebe, em baweriyê bi we naynin û ev çalakî nayên rawestandin û ew ê hê xurtir werin meşandin”!
Êdî ne eniya Receb û Devlet tenê, belê divê eniya Kiliçdaroglu jî xwe rast bikin û bê fen û fêlbaziyan werin li gel kurdan rûnin! Encex wê demê dibe ku eniya kurd-HDP’ê, lêborîna wan qebûl bikin. Ger ev nebe, kurd-HDP’ê rêya xwe baş nas kirine û jixwe li ser dimeşîn û serkeftin her a wan e!”
ÇAVKANÎ – e-rojname – Ahmet Aktaş