NAVENDA NÛÇEYAN – Koordînasyonên Tevgera Ciwanên Şoreşger (DGH) û Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger (DGKH) ragihand ku Yekîneyên Tolhildana Şehîd Zulkuf Gezen û Ayten Beçet li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û ji bo bal kişandina ser berxwedanên grevên birçîbûnê û rojiyên mirinê rêzçalakî lidarxistine.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku li naçeya Rezanê ya Amedê li gelek kolanan bi fîşekên hewayî rê hatine girtin û çalakî stîker hatine lidarxistin.
Çalakiyên ku hatin lidarxistin wiha ne:
* 4’ê Gulanê saet 20:30’an de li navçeya Amedê Rezanê yekîneyên DGH’ê bi bombeyên deng, fîşekên hewayî çalakiya rê girtinê lidarxistine. Piştî çalakiyê dijmin herêmê dorpêç kiriye. Yekîneyên me bê zerar ji herêmê derketine.
* Di meha Gulanê di dîrokên cuda cuda Yekîneyên me li navçeyên Amedê ji bo bal kişandina ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan çalakiyên stîker pêk anîn e.