KOBANÊ – Di çarçoveya bîranîna şehîdên meha Gulanê de ji bo bîranîna Hunermend û Fermandar Şehîd Mizgîn li Kobanê bi merasîmekê hat bi bîr anîn.
Bîranîn li Navenda Çand û Hunera Şehîd Baqî Xido pêk hat. Bîranîn di şexsa Şehîd Mizgîn de ji bo şehîdên şoreşê bi deqqeyek rêzgirtinê destpêkir.Bîranîna ku bi beşdarbûna Welatiyên ji Herêma Firatê pêk hat bi temeşekirina sînevîzyona li ser jiyana Şehîd Mizgîn berdewam kir. Pişt re li ser navê saziyên Kantonê axaftin hate kirin.Di bîranînê de her wiha wênesazê ji Girêspî bi navê Picasso wêneya Şehîd Mizgîn xîz kir.
Ji bo bîranîna Şehîd Mizgîn ya ku him Fermandar bû him jî hunermendek Kurd bû staranên bi çend zimanan stran hatin gotin. Koma Çand û Huner a Minbîcê, Hunermend Garzan Kobanê û her wiha gelek hûnermendên din ji bo Şehîd Mizgîn stran gotin.Bîranîna ku ji gelek welatiyan ve bi eleqeyek mezin hat nîşandan wê di rojên pêş de bi bîranîna şehîdên din ên meha Gulanê bidom e.