NAVENDA NÛÇEYAN – Di 30’ê Nîsanê de li Qada Firtina ya Dortyola Hatayê artêşa Tirk a dagirker bi firfirokên bêmirov ên hewayî operasyonek dane destpêkirin. Di vê operasyonê de balefirên artêşa Tirk a dagirker qad bomberdûman kirine. Di vê bomberdûmankirinê de rêhevalên me Şevger Tolhildan û Elîşêr Xelikan şehîd bûne.
Nasnameya hevalên me wisa ye:
Nasnav: Şevger Tolhildan
Nav û paşnav: Ramazan Faîk
Cihê jidayîkbûnê: Edene
Navê dê û bav: Nazîfe – Kerem
Dîrok û cihê şehadetê: 30’ê Nîsana 2019’an/ Hatay
***
Nasnav: Elîşêr Xelikan
Nav û paşnav: Yûsûf KArabûlût
Cihê jidayîkbûnê: Konya
Navê dê û bav: Havva- Mûstafa
Dîrok û cihê şehadetê: 30’ê Nîsana 2019’an/ Hatay
ÊRÎŞÊN HEWAYÎ
Di 10’ê Gulanê de saet di 14.00’an de balefirên şer ên artêşa Tirk a dagirker derdora Çemê Lolanê yê Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bomberdûman kiriye. Di vê bomberdûmanê de tiştek bi hêzên me nehatiye.”