Di meha Gulanê de, em ê li ser esasê dîrokên Şoreşgeran û Şervanan de nivîsan parvekin. Jiyan û Têkoşîna Bobby Sands, Ulrîke Meinhof, Hakî Karer û Deniz Gezmiş di roja me îro jî ji bo pêşeroja me perspektîfa şoreşgeriyê. Me wek enternasyonalistan mîrasa wan hilgirtiye û em têkoşîna wan berdewam dikin heta ku bigeheje serkeftinê.
1. “Bibîranîn tê wateya têkoşînkirinê” – Ji bo salvegera şehadeta Ulrîkê Meinhof
“Hesteka ku serê mirov diteqe (hestek ku tasa serî wê bê qelişandin, wê biteqe)
hestek ku koşik diherîke. Hûn hişiyar dibin, çavên xwe veke: koşik dajonê;
nîvroj gava ku rojê derdikeve, ji nişka ve radiweste.
Mirov nikare vê hestê ji ser xwe bavêje.
Hêrsek ku bi lêz û bez dibeze û devgirka wê nine. Ya herî xirab ev e.
Bi hişmendiya zelal mirov dibine ku derfetên jiyankirine tune; têkçûyinek bi temamî, tê ragihandin
Tê hêvîkirin ku Girtî êdî xwe winda bike. Lê bes vala ye.”
Ev gotinan Ulrîkê Meinhof nivîsandibû. Bi wan gotinên wê hewldida hestên xwe di bin tecrîda girtîgeha jinan ya psîkîyatrî li navçeya Kolnê Ossendorfê. Ji gotinên Ulrîkê hovîtiya sîstemê li dijî girtiyên sîyasî, heman demê de xwesta jiyanê û berxwedana li hemberî hilweşîna derûnî derdikeve holê. Li girtîgehê di nava hêsîrtiyê de di bin tecrîdê û bê çek berxwedanê bi her derfetê xwe dimeşand – bi nasnameya xwe ya mirovî û bi jiyana xwe.
“Di bin tecrîdê yekane riya berxwedana kolektîf li dijî stratejiya emperyalîzmê ku li miqabilî me dide şixulandin […] yekane derfet ji bo em hêza rihî û derûnî, nasnameya xwe ya mirovî û ji bo em kevîrê ku dewletê ji bo cîna desthilatdar hilgirtiyê, em ê bavêje ser lingê wê ev çalakiya greva birçîbûnê pêwîste.“
RAF bi wan gotinan cara sêyemîn, bi giştî 11 caran greva birçîbûnê ragihand.
Û ev kevîr ket ser lingê wan, ji ber berxwedana wan ruxmê îskençê, şîdetê, îxanetê û gendeliyê nehat şikandin. Tenê tunekirina derûnî ya mîlîtanên RAF’ê wek rêbaz di destê dewletê de ma bû. Ulrîkê nivîsand:
„Ger nasnameya me hişmendiya me ya sîyasî be, naveroka wê kollektîviya gerîla û têkoşîna bi çek be, ew dem bi tecrîdê nikarin me binbixe, ancax me bi kûştinê.“
Di şeva 9’ê Gulana 1976’an Ulrîke Meinhof di Girtîgeha Ewlekariya Bilind ya Stammheim ya Stûttgartê hate qetilkirin. Ulrîke wek Şoreşgerên destpêkê yên Fraksyona Artêşa Sor (gerîlayên bajarî yên Elman, RAF), li pişt projeya Rizgariyê ku di demên şerên emperyalîstan li dijî Rêxistinên Rizgarî û dijberî kolonîtî û li elmanyaya hundirin bi berdewamiya faşîzmê di sîstemê de şikandinek çêkir. Ev têkoşîn tenê rêyekê nasdikir: çûyîna berbî Şoreşê Civakî. Tenê tunekirin dikarî bû vê berxwedanê bişkine.
“Em dikevin bin bindestiyê ger em dev ji fikirinandin û têkoşînkirinê berdin. Mirov ku bidawîkirina têkoşînê qebûl nekin, nikarin bên bindestkirin – ew ê li şûna binketinê û mirinê ya biserkeve, an jî bê kuştin.”
Ruxmê ewqas tunekirina derûnî, li girtîgehan qetilkirin, li ser kolanan ji piştê ve lêxistin, di têkoşînê de şehîd ketinê jî ew têkneçûne. Ji ber têkoşîna wan di bîranînên me de dijîn. RAF, Tevgera 2’ê Hezîranê, Hucreyên Şoreşgerî û Zora’ya Sor li kêleka bi hezaran li tevahî cihanê bûne qetek ji zîncîra Dîroka Berxwedana civakê li dijî bindestî û kedxwariyê. Ji bo me ew perçeyek ji mîrasê ye ku em berdewamiya wan in. Wan Şoreşgeran û projeya ‚Gerîlayên Bajarê‘ bibîranîn ji bo me tê wateya: Ji bo Têkoşînek navnetewî ya antî emperyalîzmê, ku rola NATO û ya Komara Federal bi tundî rexne dike û li dijî wê têdikoşe. Ji bo antî faşîzmê ku berdewamiya nazîzma li Komara Federal a Almanya (BRD) qebûl nake. Ji bo Şoreşa sosyal ji bo kesên ku marjînal bûn, ku hatine kilîtkirin û kedxwarî li wan hatiye kirin. Ji bo rizgariya me ji sîstema ku mirovan rojane derb dike, bi şîdet û şerên emperalîzma xwe, ji bo berjewendiyên xwe li dijî gelan pêk tine û ji sîyasetek bi şewazê faşîzmê ferz dike û dijbertiya şoreşê dike.
“Bibîranîn tê wateya têkoşînkirinê!“
Tenê di têkoşînê de dîroka Serhildan, Raperîn û Şoreşê tê jiyîn. Tenê di têkoşînê em dikarin laîkî şehîdan bibin û hurmetê nîşan bide. Tenê di têkoşînê em dikarin ji wan fêr bibin, fêm bikin ew çi difikirî û çi hestan jiyan dikirin. Di têkoşînê de em dikarin hêvî û daxwazê wan pêkbinin. Ev erka me ye, ji bo hêvî, û armancê wan têkoşîn bike û wan bidomînin, û di dawiyê de bike heqîqetê de. Îro, 43 sal piştî qetilkirina li Stammheimê, rihê rêhevala me Ulrîke Meinhof û ew kesên ku xetek navbera xwe û sîstemê xêzkiribû di têkoşîna me ya antî faşîst de dijî. Ev rihê piştgiriya navnetewî ye û qayilkirina berpirsyartiya xwe, ku herî dawî hişmendiya pêwîstiya têkoşînek cihanî, ji Elmanya heta Kurdistanê, ji Venezuela heta Sudan avakiriye.
Bi bibîranîna Şoreşgerên Gerîlayên Bajaran, Ulrike Meinhof, Georg von Rauch, Thomas Weissbecker, Holger Meins, Sîgfried Hausner, Werner Sauber, Katharina Hammerschmidt, Wilfried Böse, Brigitte Kuhlmann, Jan-Carl Raspe, Andreas Baader, Ingrid Schubert, Peter Willy Stoll, Michael Knoll, Elisabeth von Dyck, Sigurd Debus, Juliane Plambeck, Wolfgang Beer, Ina Siepmann, Gerd Albartus, Wolfgang Grams û Johannes Timme, em dibêjin:
Binkeve faşîzmê, binkeve emperyalîzmê.
Bijî Piştgiriya navnetewî
Wê ev Şoreş serbikeve.
ÇAVKANÎ: Internationalist Commune